Qeydên ji bo dibistana muzîka Kurdî di 15’ê îlonê de bi dawî dibin

  • 09:06 4 Îlon 2025
  • Çand û Huner
Elfazî Toral
 
STENBOL - Qeydên ji bo Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo di 15’ê Tebaxê de dest pê kirin û di 15’ê îlonê de wê bi dawî bin.  Mamosteya dibistanê Mizgîn Duruk got malbat eleqeyek mezin nîşan didin û bang kir ku qeyd  bên kirin.
 
Ji aliyê Akademiya Ma Musîcê ve di 4’ê mijara 2024’an de li Stenbolê  Egîdê Cimo Ma hat vekirin. Dibistana Egîdê Cimo niha ji bo dema nû amadekariyan dike. Qeydan di 15’ê Tebaxê de dest pê kir û di 15’ê îlonê de bi dawî dibin. Li dibistanê di navbera temenê 6-13’an de perwerdehî muzîka akademîk tê dayîn. Xwendekar dersa zimanê Kurdî, solfej, rîtm, stranbêjî û sêtel digirin. Di pergala perwerda Zarokma de navbera 0-5’an de perwerde tê dayîn. Ji bo zarokan perwerda muzîka Kurdî tê dayîn. Navbra temenê 6-12’an de jî ligel perwerda estruman perwerda zimanê Kurdî tê dayîn. Malbat û zarok eleqeyek mezin nîşanê dibistanê didin.
 
Mamosteya Dibistana Egîdê Cimo Mizgîn Duruk der barê dema nû û xebatan de axivî.
 
‘Eleqeyek mezin heye’
 
Mizgîn Duruk da zanîn ku Ma Musîc 8 sal e li Amedê xebatên çandî di asta akademîk de dimeşîne û xwedî girseyek mezin e. Mizgîn Duruk wiha got: “Ev girse wê ji nêz ve dişopîne. Bi taybet li Stenbolê eleqeyek mezin heye. Me jî li Stenbolê Dibistana Muzîkê ya Ma a  Egîdê Cimo vekir. Malbatan eleqeyek mezin nîşan da. Malbatan dixwest zarok bi çanda xwe mezin bibin.Ev der bû mala wan yaduyemîn.”
 
Di zidikê dayikê de dibihizin û hîs dikin
 
Mizgîn Duruk xebatên dibistanê nirxand û wiha got: “Me xebatên dibistanê li du beşan di bin navê Zarokma û akademî de veqetand. Perwerda zarokma di navbera 0-5 temenî de ye. Ji hefteya 16’emîn a ducaniyê perwerdeya me dest pê dike. Zarok di zikê dayikê de dibihizin û hîs dikin. Demên pêş de  bertek nîşanê wan dengan didin. Zarok bi saya stranan têgehên nû fêr dibin. Zêdetir gotinan fêr dibin. hesta rîtmê pêş dikeve. Konsatnrasyona wan pÊş dikeve. Bi baldarî pêşketina wan çêdibe. Em navbera 6-12’an de perwerda akademîk didin. Xwendekar dersên Kurdî, solfej, rîtîm, stranbêjî û sêtel digirin.”
 
‘Panzehra asîmîlasyonê ye’
 
Mizgîn Duruk daxuyakirin ku qeydên wan di 15’ê Tebaxê de dest pê kirin û heta 15’ê îlonê wê bidomin. Mizgîn Duruk wiha dawî lê anî: “Eleqeyek mezin heye. Serlêdanek mezin heye.  Kurd bi salan e li dijî asîmîlasyonê têdikoşin. Ma Musîc û Egîdê Cimo Ma panzehjra asîmîlasyonê ye.”