
ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
- 09:00 21 Îlon 2022
- Rojev
*Girtiyê bi navê Dilhaz Kiliçoglu 5 sal in li girtîgeha Tîpa T ya Ereglî ya Kocaeliyê girtiye û di vê pêvajoyê de qet malbata xwe nedîtiye. Dayika wî Zahîde Kiliçoglu da zanîn ku ew dixwaze ku carekê kurê xwe bibîne. DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta Îranê Shaghayegh Noruzî da zanîn ku piştî qetilkirina Mahsa Jîna Emînî ya li Îranê tevgereke ku heta niha nehatiye jiyîn heye û got: “Mirov êdî dixwazin hikûmet biçe. Ev wisa nameşe. Em di rejîmeke ku bi welatên din re peymanên siyasî dikin de dijîn. Lê dema mirov li welat dijîn wek DAIŞ’ê tev digerin.”
*Aktivîsta Ekolojiyê Demet Parlar, diyar kir ku qirkirina xwezayî divê bi tu hincetan neyê rewakirin û got: “Qirkirina xwezayî ya li herêma Kurdîstanê nayê qebûlkirin. Qirkirina xwezayî divê bi tu hincetan neyê rewakirin. Heta ku jiyanek xwezayî û wekhev were avakirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.” DÎMEN HEYE
*Lîstika Dek û Dolabên Scapen a li Şanoya Bajar a Amedê dilîze eleqeyek mezin dibîne. Ji lîstîkvanan Nurşen Adiguzel wiha got: “Lîstika me digihêje gelek aliyan û di heman demê de ji ber xebatên me Kurdî ne gelek qad ji bo me hatine qedexekirin.” DÎMEN HEYE
*Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û şandeya ligel wê dê li Cizîrê serdana esnafan bikin. (11.00)