
ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
- 09:00 23 Mijdar 2022
- Rojev
*Endama Meclîsa Xwendekarên Demokratîk Esma Otkun, anî ziman ku di bin navê Meclîsa Xwendekarên Demokratîk de ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî, qadên ewlehî û tundiya li ser jinê xebatên xwe dimeşînin û bang li hemû xwendekaran kir ku piştgiriyê bidin wan. DÎMEN HEYE
*Endama Komîteya Zayendê ya NAR Chryssoula Monakî û endama Komîteya Têkiliyên Navneteweyî Lîtsa Frydas wiha gotin: “Di mijara mafê jinan de li her derê şûndeketinek heye. Ji ber vê jî şoreşa Rojava riyeke derketinê ya ji pergala serdest ya kapîtalîst e. Tevgera li Îran û Rojava, femînîstan li seranserê cîhanê û Yewnanîstanê dike tevgerê.”
*Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar rexneyên tifaqa Mîllet ya piştî hevdîtina partiya wan ku bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re kiriye axivî û got: “Nexşerêya me diyar e. Di alî çareseriya demokratîk çarseriya pirsgirêka Kurd de hewce gotinê tune ye. Di serî de Birêz Ocalan tê. Armanca avabûna HDP’ê muzakere, navbeynkarî û muxatabê siyaseta demokratîk e.” DÎMEN HEYE
*Jinên Şirnexê bertek nîşanê êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dan û destnîşan kirin ku roj roja parastina deskeftiyên Rojava ye û wiha gotin: “Divê em li dijî van êrîşan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Em vê qebûl nekin em ê di serî de Kobanê bi giştî Rojava biparêzin.” DÎMEN HEYE
*“Hişê jinê ku tevî sedsal derbas bûye berxwedêr bûye, xweşikbûna jinê ya ku sergirtinê red dike ev du meh in li kolanên Îranê di şexsê Jîna Emînî de şîn dibe. Bi jin û mêr xwe li rengên azadiyê dipêçin.” JI PÊNÛSA JINÊ
*Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Cîhan Xelîl derbarê êrişên dewleta tirk ên ji şeva 19’ê mehê ve li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin nêrînên xwe parve kir û got: “Ev saleke Tirkiye bernameya van êrişan dike. Wisa xuya dike ku wê ev şer dirêj jî bike. Armanca wan ji Rojava heya Bakur û Başûrê Kurdistanê xistina bin hakimiyeta xwe ye. Lewra her ku bi ser nakevin êrişên xwe dijwartir jî dikin. Ew ê bi ser nekevin.”
*Der barê tundiya li hember jinan, polîtîkayên dewletê bihêlin jinê biparêze, berovajî vê destkeftiyên jinan hedef digire û her wiha bi polîtîka û nêzîkiya xwe cesaretê dide gumanbaran. Di 10 mehên dawî de 299 jin û 45 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetikirin. 190 jin û 51 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
*Emîne Yildirim ku 30 salan şûnde hat berdan diyar kir ku derketina bi awayekî fîzîkî xweş e lê ev ne azadiya tam e û wiha dirêjî dayê: “Heta zindan vala nebin, ew coş nîvco ye. Heta em li derve bi hevalên xwe re neyên gel hev azadî tam nayê jiyîn.” DÎMEN HEYE