Piştî 45 salan şûnde yekane alava di destê Îranê de maye tundî ye!
- 09:02 15 Sibat 2024
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Aktîvîsta mafê mirovan û jinan Awîn Mostafazadeh got tundî û zextên zêdebûne yekane alava ku di destê Îranê de maye û got: “Gelê Kurd û Belucî dikin bin zextan û hewl didin bi vê hemû civaka Îranê biçewisînin. Lê gel ji zûde Komara Îslamî terk kirine. Veger jî nabe.”
Di ser Şoreşa Îslamî ya di 1979’an de li Îranê pêk hat 45 sal derbas bû. Ev 45 sale ji civakê re qada ku bîhna xwe bigirin nema. Pitî qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Emînî şûnde gel rabû ser piyan û li dora dirûşmeya "Jin jiyan azadî" xwe rêxistin kirin. Kesên têkoşiyan bi rejîma înfaz û zextên hikûmetê re hatin rû hev. Hefteya borî jî çar ciwanên kurd hatin darvekirin. Ji bo Werîşe Muradî cezayê darvekirinê hat birîn lê bi berxwedana gel şûnde hat kişandin.
Aktîvîsta mafê mirovan û jinan Awîn Mostafazadeh berxwedana gel ji ajansa me re vegot.
"Di vê serhildanê de dengê jinê, daxwazên wan, berxwedan û têkoşîna gel anî astek cuda. Têkoşîna gel roj bi roj hîn xurtir dibe. Mirov her roj ne li kolanan bin jî tevgera xwe didomînin."
* Piştî Jîna Mahsa şûnde çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin û her kes tevli bûn. Gelo pêşketina van çalakiyan çawa ye? Li Îran û Rojhilat çi dibe?
Piştî Jînayê jin rabûn ser piyan. Ev tiştekî ne ku nehatiye dîtinê. Jinên Îran û Kurd bi salane ji bo mafên xwe têdikoşin. Jinan her derfetê di civakê de nirxandin. Di mijara mafê jinan de hemû derfet nirxandin. Bi salane jin li dijî zilmê têdikoşin. Hikûmeteke ku êşên mezin bi jinan dan kişandin mafê jinan binpê kir heye. Komara îslamî xwedî îdeolojiyek oliye û li hember jinan newekheviyek zayendî heye. Dixwazin jinan kontrol bikin û bi vê hemû civakê kontrol bikin. Ji ber vê desthilatdarî bi zanebûn zextên xwe li ser jinan didomîne.
Em werin ser berxwedana piştî Jînayê. Jinên kurd û kêmar yên Îranê du car zextan dibînin. Lê tevî hemû zextan civaka Kurdistanê xwedî tevgereke civaka sivîl e. Bi salane em ji bo vê bedelê didin. Di vir de rola jinan rengîn e. Nokteya jor a civaka sivîl ya Kurdistanê nîşan dide, bilindbûna jinan a di jiyana azad de ye. Di vê serhildanê de dengê jinê, daxwazên wan, berxwedan û têkoşîna gel anî astek cuda. Têkoşîna gel roj bi roj hîn xurtir dibe. Mirov her roj ne li kolanan bin jî tevgera xwe didomînin.
* Jinan di çalakiyê de daxwazên xwe anîn ziman. Têkoşîna li dijî serîgirtin, polîsên ahlaqê didin. Di daxwazên jinan de guherîn heye gelo, jin çi dixwazin?
Jin û civak di bilindbûna jiyana azad a jinê de gihiştin têkoşînê. Serkeftina girîng a vê tevgerê, hemû cîhan matmayî hişt û li seranserê welat veguherî tevgerekê. Pêşketina vê tevgerê, nîşaneya serkeftina daxwaza aştî û demokrasiyê bû. Li aliyê din jinan di navenda tevgerê de cih girtin. Ev gelek girîng bû. Nîşan dan ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Nîşandan ku bi kontrolkirina jinan civak tê kontrolkirin. Ji ber vê jinan di demên cuda de têkoşînê xwe meşandine. Li hember desthilatdariyê hêrs û gotina ‘na’ ya xurt heye.
"Komara Îslamî ji bo civakê biçewisîne her tiştî dike. Ji bo çewisandin û zextê alava destê wan de tundiye. Ji bo jiyana azad tevgera jinan li Kurdistanê dest pê kir. Kurdistanê tu carê Komara Îslamî qebûl nekir. Ji ber vê Komara Îslamî li hember Kurdistanê bi kîn e. Kurdistanê wek dijmin dibîne."
* Jîna jinek kurd bû. Niha hikûmeta Îranê aktîvîsên kurd direvîne û digire, tundiyê lê dike. Ev tundî ji çi xwedî dibe?
Desthiladariyê di alî gel de rewabûna xwe winda kir. Em dibînin ku yekane alava destê destê desthilatdariyê de maye tundiye. Dixwaze bi zextan hebûna xwe bidomîne. Ji ber vê bi girtin û çewisandinê dixwaze xwe bide qebûlkirin. Dixwaze bi vê qel bêdeng bike. Lê êdî gel ji zûde Komara Îslamî derbas kirine û qebûl nakin, ji vê şûnde gavê navêjin.
* Jinên kurd li dijî vê xwe çawa rêxistin dikin, parastina cewherî çawa pêk tînin?
Jinên kurd li dijî tundiyê, têkoşîn û tevger mezin kirine. Ji ber vê dewlet li dijî jinên kurd zextan mezin dikin. Tevî vê jinên kurd her demê bi awayên cuda li qadan cihê xwe girtine. Li dozên dayikên kurd binêrin, li sembol, şîn, reqs, lorînên wan binêrin. Mirov her tiştî dibînin lê li dijî sûc tu car bêdeng namînin. Civaka Kurd û jinên Kurd xwedî hişmendiya ku di berxwedan jiyane de ne û di riya xwe de berdewam dikin.
* Rojên borî de 4 ciwan hatin darvekirin. Gelek kesên ku cezayê darvekirinê hatine birîn hene. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Komara Îslamî ji bo civakê biçewisîne her tiştî dike. Ji bo çewisandin û zextê alava destê wan de tundiye. Ji bo jiyana azad tevgera jinan li Kurdistanê dest pê kir. Kurdistanê tu carê Komara Îslamî qebûl nekir. Ji ber vê Komara Îslamî li hember Kurdistanê bi kîn e. Kurdistanê wek dijmin dibîne. Girtin û darvekirinên kurd û beluciyan jî ji ber vê ye. Hemû zextên li ser wan ji ber vê kînê pêk tê. Cenazeya çar ciwanan hîna nedane malbatê. Cihê definkirina wan ne diyare. Em nefrete Komara Îslamî ya li hember Kurdan dibînin. Heta ku gel û civakên derveyê welat li dijî Îranê bêdeng bin wê zext bidomin. Ji ber vê divê cezayên li hember Komara Îslamî zêde bibin.
"Darvekirina çar ciwanan rê li ber bertekên berfireh vekir. Ji bilî kurdan aliyên din jî bertek nîşandan."
* Berteka gel a li dijî van darvekirinan çi bû? Hikûmet di helwestek çawa de ye?
Darvekirina çar ciwanan rê li ber bertekên berfireh vekir. Ji bilî kurdan aliyên din jî bertek nîşandan. Li girtîgeha Gazalhasar girtiyên siyasî û li girtîgeha Evînê jin ketin grevê. Dayika çar girtiyên hatin darvekirin doz li hikûmetê vekirin. Tevî hemû zextan mirov serî natewînin û têdikoşin. Êdî navbera gel û komarê de xwîn û behra sûc heye. Gel Komara Îslamî terk kir û lê venagere.
*Ev şoreş û çalakî wê bidome? Kurd û jin wê bigihêjin mafên xwe?
Tevgereke rast ya em behs dikin tu carê xwe şûnde nakişîne; berovajî vê xwe xurt dike û riya xwe de didome. Belkî mirov êdî ne li kolanê ne lê ev nayê wateya ku bidawî bûye. Ev tevger di jiyan û fikra mirovan de bicih bûye. Ev tevger wê ya rast pêk bîne.