Li Delhî ya Nû çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan
- 15:17 15 Sibat 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Hindistan Delhî ya Nû, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li paytexta Hindistan Delhî ya Nû çalakiyek hate lidarxistin. Parlamenter Aneel Hegde û dostên Gelê Kurd li qada Jantar Mantarê li hev kom bûn û çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê de pankartên ji wêneyên Mahatma Gandhî û Abdullah Ocalan hatin hildan û hate xwestin, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest bê berdan.