Amadekariya ji bo gelê ji bo aştiyê dimeşiya çek bû?

  • 09:08 17 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
RIHA - Meşa Azadiyê ya Mezin piştî 15 rojan şûnde bi dawî bû û li Amarayê rojên bi malbata Abdullah Ocalan re derbas bûn. Ji her bajarê Kurdistanê bi yek daxwazê meşê dest pê kir û li dijî vê dewletê ‘mewzî’ ava kirin. Ya ku gel jiya jî kelecan bû. 
 
Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kurd “Meşa Mezin a Azadiyê” bi girseyî pêk hat. Meşa ji Wan û Qersê dest pê kir, piştî 15 rojan bi dawî bû. Meşê biryarbûna gelê Kurd danî holê. Gel bi dirûşmeyên ‘Bimre koletî, bijî azadî’, ‘Azadiya Serok azadiya gelan e’ hedef û biryara xwe nîşan da.
 
Şahidiya dîrokê
 
Meşvanên azadiyê tevî hemû şert û mercên hewayê meşiyan. Coşa gel ku xwedî li wan derket, hemû welat dorpêç kir. Me rojnamegeran jî ev kelecana meşa dîrokî şopand û mereq dikir ku wê bandorek çawa li siyaseta welat bike. Di esasa plansaziya meşê de, ez wek rojnamegerekê di rojan a meşê de ber bi Amarayê ve ketim rê. Ligel kelecana min, pirsa gelo wê meşvan çawa bigihêjin Amarayê jî di hişê min de bû. Ji ber ne li Amedê bû û min meşa wir nedişopand xwe min kêm hîs kir lê ji bo li Amarayê meşê bişopînim ketibûm rê..
 
Amara…
 
Sedema ku du rojan berê biçim Amarayê ev bû ku ji bo meşê bişopînim rastî astengiyan neyê û hîna ku ketina gund nehatibû girtin bigihêjim gund bû. Em hatin têketina gund tiştên em difikirin ji zûde hatibûn danîn. Leşkeran nokteya lêgerînê û kon vedidan. Piştî nokteyê em gihiştin Amarayê. Em çûn malekê û ji biçûk heta mezinên malê meş dinirxandin. Baranek tund hebû. Digotin ‘înşallah sibehê baran tunebe’.
 
We Abdullah Ocalan qet dît?
 
Leşker li gund hatin bicihkirin û her çû hejmar zêde bû. Li dijî meşê baweriyek mezin hebû. Digotin ‘ew êrîş bikin destûr nedin jî em qey bê hêz in’. Êvarê di sohbetê de min pirsa ‘we qet Abdullah Ocalan dît’ pirsî. Bersivên ‘min qet nedît’, ‘min carekê ji dûr ve dît’ hatin.
 
Astengiyên li pêş min
 
25’emîn salvegera komployê û 15’emîn roja meşê hat. Her kes sibehê bi coş rabûn û digotin gelo wê bigihêjin gund. Leşker li ser giran sekinî bûn. Gundiyan got di 4’ê Nîsanê de leşker zêde bûn lê yekem car di 15’ê Sibatê de evqas leşker hatine. Gelê Amarayê digot berê li ser giran leşker tunebûn lê gel ji bo xwe bigihîne Amarayê çiya derbas kirine. 
 
Riya meşvanan hat payîn…
 
Bendewariya sibehê saet di 8’an de dest pê kir ber bi nîvro gel sebir nekir. Nûçe deqe bi deqe tên şopandin. Dema meşvan nêzî Xelfetiyê bûn, her kes di carekê de xwe dixemîlinin. Gundî ji bo girseyê pêşwazî bike agahiyê didin hev. Her kes ama de bûn û meşvan dipan.
 
Kelecanê cihê xwe ji hêrsê re hişt
 
Tevî biryarbûnê çalakgerên bi girseyî heta Xelfetiyê meşiyan, negihiştin Amarayê. Ketina gund hat girtin û gel û rojnameger li Xelfetiyê man. Tenê parlamenter ketin gund. Lê nedihiştin parlamenter jî bikevin gund. Kelecana gundiyan cihê xwe ji hêrsê re hişt.
 
Wek yekane rojnamegera ku li Amarayê min ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ dişopand, wek rojnamegereke ku qet meş neşopand vedigerim. Ji ber min karê xwe nekir şikestîme, dema min xatir ji gundiyan xwest gotin ‘Em di 4’ê Nîsanê de dîsa te dipên’. Ez li wesayîta gundiyekî siwar bûm. Min di barîkatên têketina gund de dîtin. Gelek leşker hatibûn bicihkirin û li qunçikan çek hatibûn danîn mewzî hatibûn avakirin.
Ji bo gelê ku ji bo aştiyê dimeşe amadekarî gelo ma çek bû? Belê pirsgirêk tam ji vir dest pê dike.