Di lêpirsîna Narînê de 2 kes serbest hatin berdan
- 13:53 17 Îlon 2024
- Rojane
AMED - Ji 3 kesên di çarçoveya lêpirsîna derbarê qetilkirina Narîn Guranê de hatin binçavkirin 2 jê hatin berdan.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çuliyê yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 19 roj piştre di 8'ê îlonê de hate dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê qetilkirina Narînê de Î. û Şeyma Kaya di 15’ê îlonê de hatibûn binçavkirin.
Her du kesên behsa xeberê bi sûcdariya “Berê lêpirsînê guherandine” hatibûn binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.
Hat zanîn ku îfadeya jinmama Narîn Guran ya bi navê Hediye Guran ku di 15’ê îlonê de hatibû biçavkirin, hêj didome.