Ji Şerîfe Muhammedî peyama sersaxiyê
- 13:30 25 Îlon 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana kedkaran Şerîfe Mihemedî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, ji malbatên kesên ku di karesata madenê ya Tebasê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.
Li navçeya Tabas a Xorasana Başûr a li rojhilatê Îranê ku Kurd lê dijîn di 21’ê Îlonê de bi şev di kana komirê de teqîna gaza metanê pêk hat. Di teqînê de gelek karkerên madenê di tunelên kanê de 700 metre di binê erdê de asê man. Medyaya dewleta Îranê roja Yekşemê ragihand ku di teqîna ku di kana komirê de ji ber herikîna metanê pêk hat de herî kêm 52 kes mirine û 17 kes jî birîndar bûne. Xebatên lêgerîn û xilaskirina 18 karkerên madenê yên di kanê de asê mane berdewam dikin.
Parêzvana mafên kedkaran Şerîfe Muhammedî ku li Girtîgeha Jinan a Reşt Lakanê tê girtin û cezayê darvekirinê lê hat birîn, têkildarî karesata madenê nameyek nivîsand û sersaxî ji malbata karkerên madenê re xwest.
'Xebera mirina 52 karkerên madenê li Tebasê min hejand'
Şerîfe Mihemedî di nameya xwe de sersaxî ji malbatên kesên ku di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dane, xwest û got, “Ez dizanim ku ev roj dê derbas bibin û em ê dîsa bi hev re sirûda jiyanê bibêjin. Xebera mirina 52 karkerên madenê li Tabasê ez hejandim. Karkerên madenê ji bo bidestxistina mûçeyek hindik ji bo debara xwe û malbatên xwe û ji bo bistekê nan, di şert û mercên herî xirab û ne ewle de amade ne ku karê herî dijwar bikin. Ez çavên zarokên ku li benda vegera bavên xwe ji kar in xeyal dikim. Mixabin di roja yekem a perwerdeyê de ken û bextewariya li ser lêvên jin û zarokên wan zuha bû! Ez sersaxiyê ji malbatên van hezkiriyên li pişt hepsê û ji hevalên xwe yên pola ku di bin şert û mercên zehmet ên jiyan û jiyanê de perîşan bûne re dixwazim.”
Peyama Şerîfe Muhammedî ji kurê xwe re
Şerîfe Muhammedî jî di nameya xwe de ji ber vekirina dibistanan xîtabî kurê xwe kir û got, “We îsal jî dest bi perwerdehiyê kir. Ez dixwazim bi te re bim û ji te re kincên herî xweşik bikirim û te bişînim dibistanê. Lê bi ya min bextewariya rast ew roj e ku tu zarokek ji bextewariyê, xwendin û mafê jiyanê bêpar nemîne, ku tu dê û bav ne xema wê yekê be ku zarok û hevjîna wan piştî rojekê kar li cihê kar sax bimînin. Û ez li benda wê rojê me!”