ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 3 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
* Siyasetmedara kurd Leyla Guven ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de nameyek şand û got: "Gelê Kurd, jinên kurd komploya ji 1998’an dest pê kir û di sibata 1999’an de bi dîlgirtina fîzîkî encam bûm, di şexsê Abdullah Ocalan de li xwe hatiye kirin qebûl kirin. Ji bo konseptê vala derxînin her cureyê hewldanê danîn holê." DOSYA 
 
*Berxwedêra Polonez Yasemîn Sayin ku yek ji 146 karkerên ku ji ber sendîkayî bû ji kar hat avêtin wiha got: “Em li mafê xwe geriyan. Gotin ‘hûn di riya şaş de ne’. Em natirsin. Em serî natewînin. Jin dest ji qada berxwedanê bernadin. DÎMEN HEYE 
 
*Li Tirkiye û Kurdistanê ji ber polîtîkayên ku desthilatdariya mêr pêk tînin, tundiya li ser jin û zarokan zêde dibin û gumanbar jî nayên darizandin. 
Jinan derbarê polîtîkayên tundî û desthilatdariyê de axivîn û diyar kirin ku ew xwe ewle hîs nakin. Jinan gotin li dijî tundiyê çareserî rêxistinbûne. BI DÎMEN
 
*Komkujiya Vartînîs ku 6 zarok 9 kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin ket sala 31’ê. Doza komkujiyê ku ket ber demboriyê, gumanbar bê ceza hatin hiştin û dosya çû dadgeriyê. BI DÎMEN  
 
*Girtiya nexweş Tenzîle Acar li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiye, 13 roj cezayê hucreyê û mehek jî qedexeya hevdîtinê lê hatiye birin. Xizmê wê Rojhat Acar, diyar kir ku li hemberî girtiyan biryarên keyfî tên girtin û zextê li girtiyan dikin. BI DÎMEN