Li kolanên Edeneyê wêneyên Abdullah Ocalan hat daliqandin

  • 08:40 4 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
EDENE - Li navçeya Seyhanê bi daliqandina wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaza azadiya wî hate kirin. 
 
Li hin taxên navçeya Seyhan a Edeneyê dîwar û stûnên ceyranê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Bi wêneyên ku di çarçoveya aktîvîte û çalakiyên kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatin daliqandin re daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan hate kirin.  
 
Di wêneyên ji aliyê “Meclisên Ciwanên Welatparêz” ve hatin daliqandin de bi gotina “Ji bo azadiya Rêber Apo rabe gelê kurd” ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan banga çalakiyan li gelê kurd hate kirin.