ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 4 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
* Parêzer Xalîde Mihemed têkildarîc tecrîd, komploya navdewletî û bêhiqûqiya li hember Abdullah Ocalan wiha got:"Ji destpêka dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heta niha Rêbertî di nava tecrîd, îşkence û qirkirinekê de ye. Ji ber sedemên siyasî ye ku ev tecrîd û îşkence li Rêbertî tê kirin. Ev rasterast bi komploya navdewletî girêdayî ye. " DÎMEN HEYE
 
* Jinan ji bo mîtînga ku 13’yê mehê li Amedê dê bê lidarxistin banga tevlibûnê li welatiyan kirin û li dijî tecrîd û pirsgirêkên tên jiyîn wiha gotin: “Ji bo xwedîderketina li felsefeya ‘jin jiyan azadî’ û azadiya xwe divê em li qadan bên gel hev û dengê xwe bi hev re bilind bikin.” DÎMEN HEYE
 
* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ligel tecrîda giran, bi pêşxistina paradîgmayê cîhanê ronî dike û wek 'Feylezofê sedsalê' tê nirxandin.  DOSYA
 
*Parêzer Zelal Karabulak der barê rewşa girtiya bi navê Adîle Husseîn ya li  Dîlokê li girtîgehê zarok anî dinê axivî û got: “Peywirdarên darazê yên Tirkiyeyê li vir bi dijminahî hiqûqa ceza pêk tînin.” DÎMEN HEYE
 
* Di ser qetilkirina Nagîhan Akarsel re du sal derbas bûn. Haskar Kirmizigul ku Nagîhan vegot wiha anî ziman: “Ji bo jinan li taybetiyên li reçeteyan hatibûn nivîsîn nedigeriya. Ne bi aliyên qels bi aliyên xurt yên jinan eleqeder dibû.”
 
* Jineolojî feraseta zanista civakî ya ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî tevdigere ye. Jinê bi kakila pergalê digire dest. Di esasa jinê de li çareseriyê digere û ji ber vê jî bi perspektîfa jîneolojiyê, li qada Başûrê Kurdistan û Iraqê rewşa jinan digire dest. JI NÎQAŞÊN JIEOLOJIYÊ 
 
* Mîhrîcana Amed Surfest a ku KADES pêk tîne didome. Yek ji damezrînera KASED’ê Serap Ergîn axivî û got ji roja ewil a mîhrîcanê de bernameyên wan eleqeyek mezin dibînin û banga tevlibûna bernameyan li welatiyan kir. BI DÎMEN