Parêzer Zelal Karabulak: Divê em bibin dengê girtiyan

  • 09:01 4 Cotmeh 2024
  • Rojane

  

Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Parêzer Zelal Karabulak der barê rewşa girtiya bi navê Adîle Husseîn ya li  Dîlokê li girtîgehê zarok anî dinê axivî û got: “Peywirdarên darazê yên Tirkiyeyê li vir bi dijminahî hiqûqa ceza pêk tînin.”
 
 Adîle Husseîn li Dîlokê hatibû binçavkirin û bi îdiaya endamtiya rêxistinê girtin û birin girîgeha Tîpa L ya Dîlokê. Adîleyê di 11’ê îlonê de hat girtin û 5 roj şûnde zaroka xwe anî dinê. Hat hînbûn ku dema Adîle welidiye di koxuşa yek kesî de hatiye girtin. Serlêdanên ji bo tahliyeya wê hatin kirin jî hatin redkirin. Adîle di 17’ê îlonê de şandibûn girtîgeha jinan a Amedê.
 
Endama OHD’ê parêzer Zelal Karabulak der barê rewşa Adîleyê de axivî.  Zelalê got Adîle 13’ê tebaxa 2024’an de di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin û girtin. Zelalê wiha got: “Adîle wê pêvajoyê hîna 18 salî nîne. 9 mehî ducanî bûyeye. Dişînin girtîgeha Dîlokê. 5’ê îlonê de zaorka xwe tîne dinê. Dişînin nexweşxanê. Xwîn winda kiribû. Laşê wê werimî bû. Bi vê rewşê sewqî girtîgeha jinan a Amedê dikin. Di vê rewşê de sewqkirin ne di cih de ye. Heyetek ji OHD, ÎHD û komîsyona girtîgehan pêk dihat çû hevdîtinê. Kurdiya wê jî Tirkia wê jî nebaş bû. Me fêm nedikir. Ji ber vê hinek bi fikar bû.”
 
‘Bi hincetên cuda red kirine’
 
Zelalê wiha dirêjî dayê: “Ji roja Adîle hatiye girtin bi hevjînê xwe re hevdîtin nekiriye. Bi malbatê re hevdîtinek nekiriye. Dê û bav, malbata xwe di şerê Sûriyeyê de winda kiriye. Bi hevjîn re bi mehra olî zewici ye. Adîle Tirkî nizane.  Ji ber vê nikare daxwazên xwe ragihîne. Daxwazên wê bi hinceta kêmasiyan tê redkirin. Di 16 salî de zaroka xwe ya ewil tîne dinê. Ew jî yek salî ye. Lê hîna zaroka xwe jî nedîtiye. "
 
Divê em bibin dengê girtiyan
 
Zelalê wiha dawî lê anî: “Li girtîgehan pirgirêkên aborî tên jiyîn. Ev ji bo zarokê jî rê li ber pirsgirkêkên tenduristiyê vedike. Li girtîgehan derfet qelsin. Kantîn bihane. Adîle bi zaroka xwe re hatibû hevdîtinê. zarok ji ber hawira ne hîjyenîk nexweş ketibû. Adîle di mijara aborî de pirsgirêkan dijî. Tevî serlêdanan nehatiye tahliyekirin. Ji endamtiya rêxistinê hatiye girtin. Divê em bibin dengê girtiyan. Em rêxistinên jinan bibin dengê girtiyan.”