Gulşen Sîncar: Nagîhan Akarsel pêşenga azadiyê bû

  • 13:12 4 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di salvegera qetilkirina rojnameger û akademisyen Nagîhan Akarsel de peyamek parve kir. 
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di salvegera qetilkirina rojnameger û akademisyen Nagîhan Akarsel de wê bi bîr anî û diyar kir ku Nagîhan pêşenga azadî û pêşeroja jinê bû ku bi şoreşa jinê re cihekî mayînde girt û li ser şopa heqîqetê heta kêliya jiyana xwe meşa xwe domand.
 
'Bû pêşenga azadî û pêşeroja jinê' 
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de gotinên xwe wiha berdewam kir û got: “Nagîhan pêşenga azadiyê bû. Di şopa Jîneolojiyê de dirbên mayînde yên fikr û ramana wê heye. Jîneolojî bi wê hat naskirin û bi gotinên wê hat xemilandin. Bû pêşenga azadî û pêşeroja jinê ku bi şoreşa jinê re cihekî mayînde girt û li ser şopa heqîqetê heta kêliya jiyana xwe meşa xwe domand. Bi van hest û ramanan Nagîhan bi bîr tînim û bejna xwe li ber ditewînim.”