KCDP: Di meha îlonê de 34 jin hatin qetilkirin

  • 13:53 4 Cotmeh 2024
  • Çeteleya Tundîyê
 
STENBOL - KCDP'ê rapora xwe ya meha îlonê aşkera kir û diyar kir ku di meha îlonê de 34 jin hatin qetilkirin û mirina 20 jinan jî bi guman e. 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha îlonê parvekir. Li gorî rapora ku hat parvekirin di meha îlonê de 34 jin hatin qetilkirin û mirina 20 jinan jî bi guman e. 
 
Di raporê de hat diyar kirin ku ji sedî 47 jin ji hêla mêrê ku pê re zewicandî ve hatine qetilkirin û ji sedî 65 jin li malê hatine qetilkirin. Ji sedî 53 jin bi çekê hatine qetilkirin. 
 
Di raporê de wiha hat gotin: "Em diyar dikin ku sûcdar nayên cezakirin, di demên kin de serbest tên berdan û daxistina cezayan sûcdaran teşwîq dike. Sûcdar li kolanan digerin û jin dimirin."