Li Marsîlyayê çalakiya li dijî tecrîdê
- 13:17 6 Cotmeh 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarê Marsîlya yê Fransayê endamên koroyek herêmî û tora Jineolojiyê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Di çarçoveya rojên kurevî yên çalakiya ji Abdullah Ocalan re azadî de li îstasyona St-Charles a Marsîlyayê çalakiyek hate lidar xistin.
Endamên koroya La Lutte Enchentee û tora Jineolojiyê azadiya Abdullah Ocalan xwestin.
Di çalakiyê de bal hat kişandin ser tecrîta ku 25 sal in didome û bêdengiya navneteweyî jî hate protestokirin.