ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 7 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*Jinên ku der barê mîtînga Amedê de banga tevlibûnê kirin gotin: “Em  di 13'ê ’ê cotmehê bang li herkesî dikin ku tevli mîtînga li Amedê dê bê lidarxistin bibin. Em bimeşin azadiya xwe û xwedî li azadiya xwe derkevin.” DÎMEN HEYE
 
*Komploya 9’ê cotmehê ya navneteweyî dikeve 26 salan. 26 sal berê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navneteweyî ve radestê Tirkiyeyê hat kirin. Komplo bi wê rojê sînor nema. Îro hîna komplo bi teşeyên cuda didome. Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî didome. DOSYA
 
*Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalincakoglu bal kişand ser zext û êrîşên li ser jinan û got çekdariya şexsî zêde bûye û wiha domand: “Çekdariya şexsî bandor li ser hemû civakê kiriye. Argumanên tundiyê zêde ne. Ji bo afirandina hişmendiyê divê em peywira xwe bînin cih. Divê em rayagiştî ava bikin û têkoşînê bidin.” DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Roza Metîna der barê yekemîn salvegera MKG’ê de nirxandin kir û anî ziman ku divê hemû rojnamegerên jin xwedî li MKG’ê derkevin û wiha got: “Hatina jinan gel hev a di bin sîwaneya MKG’ê de girîng e.” DÎMEN HEYE
 
*Malbatên girtiyên ji girtîgehên Rihayê hatibûn surgunkirin, diyar kirin ku ew di alî çûyîn û hatina girtîgehan de zehmetiyan dikşînin û gotin: “Hewl didin me bitirsînin. Bi surgunkirinê hewl didin ku me poşman bikin. Lê em poşman nabin. Bibin ku derê bila bibin em ê  biçin zarokên xwe bibînin.”  DÎMEN HEYE