Bi pênûs û jiyana xwe dîrok nivîsî: Gurbetellî Ersoz

  • 09:03 8 Cotmeh 2024
  • Portre
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Rojnameger Gurbetellî Ersoz li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê bû, bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê ji pirsa ‘ jin çi dixwazin’ re bû bersiv û 27 sal şûnde jî ji bo jinên Kurd û têkoşîna jinan dibe ronahî.
 
Rojnameger Gurbetellî Ersoz li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê bû. Li pey xwe mîrateyeke girîng ji bo rojnamevaniya azad hişt û ji bo rojnamegerên jin bû hêz û ronahî. Gurbetellî, bi kesayeta xwe ya pêşeng, li dijî pîvan û kevneşopiyên paşverû yên civakî, li dijî hişmendiya serdest a medyaya mêr û pergala wê ya desthilatdar bi estetîk û fikra jinê, bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad. Di ser qetikirina wê re 27 sal derbas be jî, ji çiyayên ku dilê xwe nexweş kir jinan silav dike.
 
Mîrateya ji dayika xwe girt
 
Gurbetellî  di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li gundê Akbulut ê Palu ya Elezîzê hat dinê. Dema hat dinê bavê wê li Elmanyayê wek karker dixebitî. Ji ber wê jî navê wê kirin Gurbetellî. Di dibistanan seretayî de ji ber gotinên wê yên kurdî di navbera hevokan de derbas dibin, ferq dike ku heval û mamosteyên wê fêm nakin û ew jî matmayî dimîne. Piştî Gurbetellî fêm dike li dibistanê zimanê wê cuda ye pirsên çima, ji bo çi dipirse. Gurbetellî wiha dibêje: “Min xwend û bê navber min xwend. Heta westiyam min radyo guhdar kir û ez baş hînî tirkî bûm.” Dayika wê Fatma Ersoz ji ber ku nekarîbû bixwîne, dixwest zarokên wê bixwînin û heta nîvê şevê ranediket da ku zarokên wê bixebitin. Gurbetellî ku ji zarokatiya xwe ve li cem ên mafdar û bindest sekinî, dayika xwe bi hişmendî û wêrekiya xwe bi tenê nehişt. 
 
‘Destpêkea pirsên divê çawa bê jiyîn: Çernobîl û Halepçe'
 
Gurbetellî ku dixwaze rojnamegerî an jî siyasetê bixwîne, li Zanîngeha Çukurovayê di Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Wêje û Fenê de dixwîne. Piştî zanîngehê diqedîne li Enstutiya Zanistên Fenê ya Çukurovayê li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind dike û gelek ji laboratuvarê hez dike. Gurbetellî diyar dike ku komujiyên Çernobîl û Halepçeyê li ser wê bandorek mezin kiriye û wiha dibêje: “Kîmyagerên divê li ser Çernobîl û Halepçeyê eleder bibûna ez matmayî hiştim. Min her tim ev pirs ji xwe pirsî ‘Ez çime, ez ê çi bikim’. Gurbetellî ku wek peywirdara lêkolînê sê salan xebitî, di 10’ê Kanûna 1990’an de bi endamtiya rêxitsinê hat binçavkirin û 15 rojan binçavan de ma. Piştre  hat girtin û şandin girtîgeha Meletiyê. 
 
Bû yekemîn gerînendeya jin û nêrîna jinê pêş xist
 
Gurbetellî di rojnameya Ozgur Gundem ya di 26’ê nîsana 1993’yan de bi dirûşmeya "Rastî di tariyê de namînin" de dest bi weşanê kir de, dest bi xebatê kir û bû gerînendeya giştî. Di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de ev yek bû û cara yekem jinek bibû gerînendeya giştî. 
 
Êrişên li hember rojnameyê
 
Xebatkarên Ozgur Gundemê ji ber binpêkirinên mafan yên li ser gelê Kurd û heqîqet nivîsî her tim ji aliyê rejîma demî ve hedef hating irtin. Navbera 1991994’an de Musa Anter, Hafiz Akdemîr, Huseyîn Denîz, Mecît Akgun, Burhan Karadenîz, Kemal Kiliz jî nav de 8 rojnameger û 19 belavkarên rojnameyê hatin qetilkirin. Êrîşê buroyên rojnameyê hatin kirin. 
 
Ji bo jiyanek azad
 
Di 10’ê Kanûna 1993’yan de di roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi ser buroya Ozgur Gundemê de tê girtin, Gurbetellî bi hevalên xwe yên din re tê binçavkirin û tê girtin. 13 rojan di bin çavan de rastî îşkenceyan tê. Dişînin girtîgeha Sagmacilar. Di hezîrana 1994’an de tê berdan. Dîsa xebatên xwe yên rojnamegeriyê dimeşîne.
 
Bi pênûs û jiyana xwe dîrok nivîsî
 
Gurbetelî ku tevli gerîla bû, di alî wekheviya zayenda civakî de hedef danî pêş xwe. Gurbetellî vê di rojnivîska xwe de vedibêje.Gurbetellî ku di rojnivîska xwe de êşa birayê xwe, êşa şer, xweşikbûna xweza Kurdistanê dinivîse li aliyê din jî  têkoşîna ku jin li her qadê li dijî mêr didin vedigot.Di vî alî de Gubetellî  bi jiyan û pênûsa xwe dîrok nivîsî.
 
DMME’ê Tirkiye neheq dît
 
Tundiya dewletê ya ku bû sedem ku Gurbetellî berê xwe bide çiyan, birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Ligel Gurbetellî, edîtorê rojnamegerê Fahrî Ferda Çetîn, Yaşar Kaya û Şîrketa Lîmîted a Bazirganî û Sanayî ya Weşan dû Çapemeniyê ya Ulkden di 9’ê Kanûna 1999’an de serî li komîsyona Ewr4opayê dan û binpêkirin û îşkence biribûn dadgehê. Di 16’ê Adara 2002’yan de biryar hat dayîn û hat gotin ku xalên 10 û 14’an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.
 
Têkoşîn li çiyan nexş kir
 
Gurbetellî di sala 1997'an li Herêma Federal a Kurdistanê di şerekî de tevlî karwanê nemiran bû. Sekna xwe ya biaqil a xurt a salonên dadgehê, li çiyayên azad jî domand. Gurbetellî ji pênûsan dûr neket. Şopdarên wê, ji bo rastiya di nava tarîtiyê de derxin holê, li her aliyê cîhanê çapemeniya şoreşgerî dimeşand. Tu hêzan nekarî fikir û afirîneriyên Gurbetellî tune bikin. Her 7’ê Cotmehê  ji 2014’an heta niha wek Roja Rojnamegerên Jin tê pêşwazîkirin. 
 
Jinan nivîsandin domandin
 
Rojnamevanên jin ên kurd û xebatkarên çapemeniya azad, li ser şopa Gurbetellî li hemû welatên lê ne, li bajar û çiyayên Kurdistanê rojnamegeriya heqîqetê berdewam dikin. Gelek kovar, rojname, ajansên nûçeyan, televîzyon, radyo û malperên li Kurdistan û Ewropayê xwe dispêrin vê mîrateyê. Hin ji wan yekemîn ajansa nûçeyan a jinan JINHA ye û ji wê heta JINNEWS’ê, heta yekemîn televîzyona jinan Jin TV, kovara jinan Jina Serbilind a li Ewropayê tê weşandin, Star Fm ku yekemîn radyoya jinan e ku li Rojava weşanê dike û gelek kovar, rojnameyên din.
 
Ger çapemeniyê rastî binivîsandiba
 
27 sal di ser qetilkirina Gubetellî de derbas bû. Lê şerê li Kurdistanê hîna didome. Rojnamegerên pênûsa wê dewr girtin Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyê hatin qetikirin. Sedema vê jî bi salan berê gotibû: “Çapemeniyê rastî binivîsanda wê îro evqas mirov nemiribana.”