Li Bedlîsê tundiya mêr
- 10:02 8 Cotmeh 2024
- Rojane
BEDLÎS - Li Bedlîsê Emrah Kumaş li jina ku xwe jê berda O.G. û li dayika wê S.G. tundî kir.
Li navçeya Xelat a Bedlîsê duh saet di 16.00'an de mêrê bi navê Emrah Kumaş, li jina ku xwe jê berda bû O.G. û dayika wê S.G. tundî kir, piştre jî zexta kuştinê li wan kir û zêrên wan xwestin. Li ser agahdarkirina O.G. a polîsan kiryar ji cihê bûyerê reviya.
Tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê jinên ku tundî li wan hat kirin rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, Emrah Kumaş, çûye çûye qereqolê û giliyê O.G. û S.G. kiriye û gotiye tundî li wî kirine.