Ji Şaredariya Serê Kaniyê semînera 'Înterneta Ewle'
- 10:56 8 Cotmeh 2024
- Rojane
RIHA - Şaredariya Serê Kaniyê, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê wê ji bo hişyarkirina bikaranîna înternetê semînerekê li dar bixe.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Serê Kaniyê ya Rihayê, bi armanca hişyarkirina bikaranîna înternetê ji bo xwendekar û dê û bavên wan semînerekê li dar dixe.
Dê ji du qonaxan pêk were
Armanca şaredariyê ya lidarxistina semînerê ew e ku bi taybetî di vê heyamê de ku li ser hin platformên medyaya dîjîtal bûyerên "bullyinga sîber" li dijî zarokan zêde bûne, rîska bikaranîna înternetê, tundiya sîber, gef û êrîşan kêm bike. Semînerên ku ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ve wê bên lidarxistin, ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn dê ji du qonaxan pêk bên. Di semînerên ku dê ji aliyê Cîgira Midûrê Xizmetên Jin û Malbatê Hadra Îlhan ve bên dayîn de dê mijarên wekî "Feyde û Rîskên Înternetê, Zordariya Sîber, Ewlehiya Agahiyên Kesane û Dê û bav Çi bikin" bên nîqaşkirin.
Yekemîn semînerên ku hemû dibistanên amadeyî, dibistana seretayî û dêûbavên xwendekar tê de hatine vexwendin, dê 12'ê Cotmehê roja şemiyê ji bo xwendekarên amadeyî û roja şemiyê 19'ê Cotmehê jî saet di navbera 13.00 û 16.00'an de ji bo xwendekarên dibistana seretayî wê were lidarxistin.