Bi hezaran kes li dijî komployê meşiyan

  • 15:50 8 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyan li Reqayê ji bo şermezarkirina Komploya ya Navneteweyî li Reqayê meşiyan û soza mezinkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dan.
 
Bi hezaran şêniyên kantonên Tebqa, Dêrazor û Reqayê, nûnerên rêveberiyên xweseriya demokratîk a her sê kantonan, Paritya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd tev li meşê bûn.
 
Meşa il ser bangewaziya Însiyatîfa ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dar ketiye, ji qada Navenda Perwerdeyê ya li bajarê Reqayê dest pê kir. Meşvanan, wêneyên  Abdullah Ocalan, pankartên "Azadiya fîzîkî ji Rêber Abdullah Ocalan re, tunekirin ji dagirkeriya Tirk re" hildan û sloganên "Na ji tercrîdê re", "Ji Serok re azadiya fîzîkî", "Bê Serok jiyan nabe" û "Tirkiya faşîst" berz kirin.
 
Meş li Stada Beledî veguherî mitingê. Di mitingê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl axivî û got: "26 sal e Komploya Navneteweyî li dijî Abdullah Ocalan pêk hate û hîna berdewam e."
 
El Dexîl wiha domand: "Wan bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan xwest, fikrên wî belav nebin. Lê berovajî wê çêbû, fikrên wî ji gelên azadîxwaz re bûn jêder. Projeya neteweya demokratîk a ku pêşkêş kiriye mînaka herî balkêş a serkeftina şoreşa fikrê azad e." 
 
Di dawiyê de El Dexîl bang li civata navneteweyî û saziyên wê kir ku demildest pergala îşkenceyê û qirkirinê ya li dijî  Abdullah Ocalna bi dawî bikin, bê şert wî serbest berdin, ji ber sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan kirine, hesabê ji desthilata Tirk bipirsin."
 
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Reqayê Şêx Îbrahîm El Iwês got: "Em di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibin. Yan em beşek ji pêşeroja ku tê xêzkirin bin yan jî na. Divê em bi hevgirtina xwe destkeftiyên şehîdan biparêzin."
 
El Iwês ev li axaftina xwe zêde kir: "Pêkhateyên herêmê tev li avakirina vê rêveberiyê bûn. Xwîna kurdan, ereban, suryan, ermen, asûr û çerkesan û pêkhateyên din têkil hev bûn. Wan rûmet û azadiya gelê xwe parast."
 
El Iwês bang li azadîxwazên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku dengê xwe bilind bikin û li hember zulma li ser kesê ala azadiyê, demokrasiyê û biratiya gelan hildaye bisekinin û banga azadiya fîzîkî ya ronakbîr Abdullah Ocalan bikin.
 
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê Mihemed El Sayil jî got: "Komplo bi destê gelek dewletan bû ku xwedî îdeolojiyên cuda bûn lê li ser serê Rêber Abdullah Ocalan bûn yek ji ber ku ramanên wî yên ku banga aştiyê û hezkirinê dikir, li dijî pergala wan bû."
 
El Sayil bang li civata navneteweyî kir ku pergala qirkirin û îşkenceyê bi dawî bikin û demildest wî serbest berdin.
 
Hevseroka Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Reqayê Latîfa El Hesen got: "Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya bêhempa, komplo têk bir. Ramanên wî li her derê cîhanê belav bû. Di nava ciwanên Rojhilata Navîn de bûye mijara nîqaşê. Ev bi xwe tê wateya binkeftina komployê."
 
Latîfa soz da ku heta dawiyê li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û tê bikoşin û wiha domand: "Em ê bibin agirê ku dewleta Tirk a faşîst û tevahî dewletên komploger, bişewitîne."
 
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xûd El Îsa soz da şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan fedakariyên wan bi serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tacîdar bikin."
 
Xûd diyar kir ku ev meşa girseyî, li ser baweriya xurt a bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî delîl e û got: "Têkoşîna gelên bindest û jinan ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Ev têkoşîn ji bo azadiya gelan û pêşerojeke baştir ji tevahiyan re ye."
 
Di dawiya mitingê de komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan berhemên xwe pêşandan.