Li Rihayê ji bo mîtînga azadiyê bang
- 19:46 9 Cotmeh 2024
- Rojane
RIHA - Li Riha û 9 navçeyên wê ji bo mîtînga Amedê ya ku wê 13’ê cotmehê pêk bê banga tevlibûnê kirin.
Li navenda Rihayê, navçeyên wê Karakopru, Halîliye, Eyyubiye û Pirsûs, Curnê Reş, Wêranşar, Hewag, Serêkaniyê û Xelfetiyê ji bo mîtînga ku wê 13’ê cotmehê li Amedê pêk bê xebat hat meşandin. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) belavok belavkirin û gel vexwendiyê mîtîngê kirin.