Ji ser sînorê Kobanê peyama 'Hezar silav ji Îmraliyê'
- 15:24 29 Kanûn 2024
- Rojane
RIHA - Nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 7'an de dewam dike, di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hevdîtina li Îmraliyê û hat xwestin ku îradeya çareserî û aştiyê ya li Îmraliyê esas bê girtin.
Çalakiya nobedê ya ku li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 7’an de dewam dike. Emîne Şenyaşar a ku bi têkoşîna xwe ya Edaletê bû sembola Edaletê jî beşdarî nobedê bû. Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" hat vekirin, wêneyên Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên ji aliyê SÎHA'yan Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin hatin hilgirtin.
Hevşaredarê Xelfetî yê Rihayê Mehmet Karayilan ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, diyar kir ku ji Kobanê her gotinek ji vir tê bihîstin û wiha got: "Hûn nikarin Kobanê ji Pirsûsê veqetînin. Kobanê bi têkoşîna gelên cîhanê hat bidestxistin. Niha ji bo qadên jiyanê yên ku gel bi dest xistine, metirsî heye. Em dixwazin li dijî DAIŞ hov mafê xwe biparêzin. Bi Birêz Ocalan re ku muxatabê bingehîn ê Pirsgirêka Kurd e re hevdîtinek pêk hat. Em ji sînorê Kobanê silavên xwe ji Birêz Ocalan re dişînin. Divê bersiv ji gavên aştiyê û çareseriyê yên Birêz Ocalan re bê dayîn. Em dê bi piştgiriya peyama Îmraliyê jî têkoşîna xwe mezin bikin."
'Em Kobanê bi tenê nahêlin'
Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Ahmet Baran ku mafê axaftinê girtibû, geşedanên li Sûriyeyê bi bîr xist. Ahmet Baran got, "Kurd li Sûriyeyê ne bi tenê ne, em ê rê nedin ku kurdên li Sûriyeyê bibin qurbaniya terora cîhadîst. Em Kobanê li hemberî komên terorîst ên ji her derê tên, bi tenê nahêlin."
Banga bersivdayîna êrîşan
Hevserokê Komeleya Wêjevanên Kurd Rêdûr Dîcle got, "Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Hem hêzên hegemonîk û hem jî Tirkiye ji bo ji nû ve dîzaynkirina Sûriyeyê hewl dane. Hemû hêzên hegemonîk, bi taybet Tirkiye, Rêveberiya Xweser weke xetere dibînin. Di van êrîşan de sivîl û rojnameger tên qetilkirin, em wek nivîskar û rojnameger li dijî êrîşên dagirkeriyê ne. Em bang li her kesî dikin ku li dijî êrîşan bi yek dengî bersivê bidin."
'Silav ji Birêz Ocalan re'
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, anî ziman ku sîstema jiyana hevpar a azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin hedef hatiye girtin û wiha got: "Netwdewlet 100 sal in hewl didin gelan tine bikin. Lê belê plana ku kiribûn bi ser neket. Dem dema yekbûnê ye, dem dema hêviyê ye. Dem dema dengdayîna kesên ku tiştan mezin dikin e. Silav ji Birêz Ocalan re. Birêz Ocalan diyar kir ku ew ê bi awayekî erênî tevkariyê li pêvajoyê bike. Em bang li rêxistinan dikin ku dengê xwe bidin vê bangê û diyar bikin ku divê di zûtirîn dem de bingeheke siyasî ya demokratîk bê avakirin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxedana Rojava”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.