Suzan Akîpa: Divê mafê hêviyê pêk bê û hemû maf bên naskirin
- 09:03 4 Çile 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Suzan Akîpa der barê girîngiya ‘mafê hêviyê’ ya di pêvajoya çareseriyê de axivî û got: “Divê demildest çarçoveya mafê hêviyê de Birêzê Ocalan azad bibe û bi civakê re bê gel hev. Divê her cureyê maf bê naskirin."
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê girtiye didome. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd çalakî û bername jî bê navber didomin. Biryara mafê hêviyê ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dabû ji rojevê kêm nabe. Parêzera Buroya Hiqûqa Asrinê Suzan Akîpa derbarê ‘mafê hêviyê’ ku çima di pêvajoya çareseriyê de girînge nirxandin kir.
Suzan Akîpa da zanîn ku li Tirkiyeyê li gorî mewzuatê kesên cezayên darvekirin û muebetê girtine û yên di çarçoveya sûcên siyasî de muebeta giran girtine cezayên xwe seranserê jiyanê li girtîgehê înfaz dikin. Suzan Akîpa wiha got: “Di vê kategotiyê de derfet an jî sererastkirineke ku ev girtî bên tehliyekirin, di hiqûka Tirkiyeyê de tuneye. Ligel vê li Tirkiyeyê ev rejîma girtîgehê ya seranserê cîhanê li qada navnetweyî wek îşkenceyê tê dîtin. Di vir de mafê hêviyê dikeve dewrê. Ev mafê ku mirov digihîne azadiyê ye. Yanî mafê hêviyê, gaveke hiqûqî ya ku rojekê girtî dikaribe azad bibe ye.”
Biryara binpêkirinê
Suzan Akîpa daxuyakirin ku DMME’ê di çarçoveya mafê hêviyê de Tirkiye ewil di dosya doza hejmara 2 a Abdullah Ocalan de hatiye mahkumkirin û wiha domand: “Dadgeha Bilind di adara 2014’an de cezayê muebeta giran a seranserê jiyanê ya li Abdullah Ocalan hatiye birîn li dijî qedexeya îşkenceyê dît û biryara binpêkirinê da. Komîteya Wezîran ji bo sererastkirina qanûnî bang li Tirkiyeyê kir. Bêguman komîtyê pêvajoyek şopandinê ya bi bandor nekir.Tevî bertekên hiqûqî û civakî pêvajoyek şopandinê bi bandor nekir. Piştî 8 salan şûnde di dawiya 2021’ê de yekem car xist rojeva xwe û cara duyemîn dawiya 2024’an de xist rojeva xwe. Hikûmetê banga komîteya wezîran neanî cih.”
‘Divê birêz Ocalan azad bibe’
Suzan Akîpa bi lêv kir ku ger mafê hêviyê pêk bê wê li Tirkiyeyê ji pêşketinên girîng re zemîn bê avakirin û wiha domand: “Rejîmeke ku li dijî Ocalan hatiye destpêkirin û giran dibe heye. Ev li dijî wijdan û exlaq e. Ji ber vê divê mafê hêviyê pêk bê û Birêz Ocalan azad bibe. Divê ev rejîm biguhere û dawî li vê îşkenceyê bê anîn.”
Girîngiya mafê hêviyê
Suzan Akîpa got 25 sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ye û wiha dawî lê anî: “Ji roja ewil de mafên qanûnî û destûra bingehîn nehatin nasîn. Biryarên dadgeha navnetewî dan hatin binpêkirin. Li Îmraliyê hiqûq pêk nehat û bû alava siyasî. Di demên dawî de 44 mehan tevî hemû serlêdanan hevdîtin pê re nehatin kirin û agahî jê nehat girtin. Bi hezaran kes azadiya Birêz Ocalan wek azadiya xwe dibînin hene. Divê di serî de mafê azadiyê û hemû maf bên nasîn.”