'Li ku derê destkeftiyek hebe dewlet êrişî wir dike'

  • 09:06 4 Çile 2025
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED -  Jinên ku herî dawî li ser girtina gelek saziyên jinan ên ji aliyê yekîneyên giştî yên li bajarê Silêmanî ve axivîn gotin: "Li ku derê destkeftiyek ji bo jinan hebe, dewlet êrişî wir dike." 
 
Di 31’ê Kanûnê de yekîneyên asayîşê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi ser gelek saziyan de girtin. Di çarçoveya van serdegirtinan de serdegirtina şîrketa hilberîna medyayê ya bi navê Kompanya Gizîngê Berbeyan hat girtin, xebatên wê hatin rawestandin û sazî hat girtin. Heman rojê danê sibê operasyonên li dijî rêxistinên parêzvanên mafên jinan bal kişand ser xwe. Her wiha navendên Rêxistina Niwêger û Merziye yên girêdayî Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) jî hatin hedefgirtin û êrîş kirin û piştre xebatên van navendan bi dawî bûn.
 
Li ser bûyerê ji gelek aliyan ve bertek hatin nîşandan, Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a Amedê (DEM) Adalet Kaya jî bertek nîşan dan.
 
'Zihniyet li her derê yek e'
 
Berîvan Bahçecî ewil diyar kir ku yek ji armanca sereke ya êrişa li ser berhemê ew e ku geşedanên li Rojava li ser ekranan bên ronîkirin û bandorê çêbike. Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku li her cihê ku destkeftiyên jinan lê pêk tên êriş heye û wiha dewam kir: “Zîhniyeta ku êrişî destkeftiyên jinan dike li her derê heman e. Ev berhema zîhniyeta serdest a mêr e. Ji ber ku dizanîbûn keda jinê li wir çawa derketiye pêş, bandoreke çawa li ser qetlîamên jinan û mezinbûna têkoşîna bi felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' kiriye û têkoşîna rêxistinbûyî pêş dikeve, ev berhem girtin. Li ku derê destkeftiyek ji bo jinan hebe, dewlet êrişê li wir dike. Şoreşa Rojava şoreşeke bi pêşengiya jinan bû. Ji bo şoreşa heman hêzê pêk neyê û civakbûyîn nebe êriş li wir hate kirin. Ji bo ku hovîtiya li wir dernekeve, hewl didin dengê çapemeniyê bisînor bikin. Ji ber vê yekê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin qetilkirin."
 
'Hemû xizmetên ji jinan re tên dayîn rawestînin'
 
Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku li her herêmeke Kurdistanê êrîş li ser qadên cuda yên destkeftiyên jinan pêk tên û wiha bi lêv kir: "Dema êrişên li ser destkeftiyên jinan tên nirxandin, pêwîste 4 parçeyên Kurdistanê bi giştî werin nirxandin. Aqlê dewletê di heman xalê de tevdigere. Eger li Başûrê êriş li ser berhemên jinan tê kirin, li vir jî ji aliyê qeyûman ve êriş li ser destkeftiyên jinan tê kirin. Dema qeyûm li şaredariyên bajarên Kurdistanê tên tayînkirin, yekem tiştê ku dikin girtina buro, komele û malên jinan e. Hemû xizmetên ku ji jinan re tên kirin rawestînin. Ji ber vê sedemê her cure êriş û mudaxaleyê bikar tîne.”
 
'Em dikarin ji zîhniyeta mêran re bibin bersiv'
 
Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser sedema êrişan û dû re wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin wekhevîxwaz, azadîxwaz in. Ez dixwazim tekez bikim ku wê sedsala 21'an bibe sedsala jinan. Dema em li sala 2024'an dinêrin, saleke ku tê de gelek jin hatin qetilkirin û windakirin, zarok hatin windakirin, di heman demê de salek bû ku felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' gihîşt lûtkeyê. Em dikarin bibêjin ku li cihê ku êriş zêde bibin têkoşîn mezin dibe. Ez di wê baweriyê de me ku sala 2025’an wê bibe saleke ku têkoşîn û rêxistinbûna jinê bigihêje asta herî jor. Em ancax bi rêxistinbûnê dikarin bersivê bidin van zîhniyetên serdest ên mêr."
 
'Ji bo xwe Tirkiyeyê wek nimûne dibîne'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya bertek nîşanî êrişan da û got: “Rêveberiyên xweser êrişî saziyên jinan ên li dijî faşîzm, nîjadperestî, neteweperestî û zayendperestiyê têdikoşin, ji bo hêza xwe xurt bikin, dikin. Rêveberiya Başûrê bi serdegirtina saziyên jinan, bi biryar û destwerdana hevpar a hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê hat girtin. Lê tu hinceteke hiqûqî ji bo vê nehat dayîn. Hikûmetên bi vî rengî dema di tengasiyê de bin, sûcên ku dikin û binpêkirinên li hemberî civakê pêk tînin dê bi belge bikin, li dijî rêxistinên jinan û saziyên hilberîna jinan ên ku ji bo eşkerekirina rastiyan têdikoşin, êrîşan pêk tînin. Tirkiye di vî warî de di 10 salên dawî de xwedî rekoreke pir xerab e. Lê mixabin hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin rêveberiya Başûr de jî pratîkeke ku Tirkiyeyê ji xwe re dike model dike. Ev rewşeke ku nayê qebûlkirin e."
 
'Divê helwesta li hemberî rojnamegeran bê pêşxistin'
 
Edalet Kaya bal kişand ser zext, tundî û qetlîama li ser rojnamegeran û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka binçavkirin, girtin û qetilkirina rojnamegerên ku ji aliyê MÎT’ê ve ji bo heqîqetê bi balafirên bêpîlot an jî bi rêyên din têdikoşin, heye... Dîsa em dibin şahidê pêkanînên ku çavê xwe ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re digirin.  Tenê li rojnamegerên di van çend salên dawî de li wê herêmê hatine qetilkirin, em dibînin ku sûcekî şer ku nayê qebûlkirin hatiye kirin. Tam di serdemeke wiha de, rojnamevanên ku ji bo eşkerekirina pêvajoyeke ku şer tê de zêde bûye û nûçeyên rast ji raya giştî re ragihînin têdikoşin, mixabin jiyana xwe li ser piyan dan. Em vê dawiyê ji Nazim û Cîhanê dizanin û dîtin. Ji bo nivîsandina rastiyê neçar bûn bi canê xwe berdêl bidin. Ji ber vê yekê helbet yekem tişta ku dîktator dikin, tinekirina destkeftiyên jinan e. Dema em li saziyên jinan ên girtî dinêrin, li herêmê li dijî qirkirina jinan rastî têkoşîna mafên xwe tên. Em diyar dikin ku divê di zûtirîn dem de ev xeletî bê sererastkirin. Divê di mijara hedefgirtina rojnamegeran de bi taybetî di çarçoveya hevkariya bi Tirkiyeyê re helwest bê girtin."
 
'Karê ku dikin pir bi qîmet e'
 
Adalet Kaya wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro dema ku di mijara yekîtiya neteweyî de gav hatin avêtin û girîngî bi dest xist, mixabin ev pêkanîn û polîtîkayên li cihekî wiha dijminane tên kirin, ne rast in. Ev pêkanînek ku bi taybetî li 4 parçeyên Kurdistanê wijdanê gelê xwe diêşîne. Divê ev yek were berevajîkirin. Her wiha xebatên van hemû saziyan ji bo gihandin û agahdarkirina raya giştî ya navneteweyî li ser sûcên şer ên li wir hatine kirin gelekî bi qîmet e. Dema em li saziyên jinan dinêrin, em dibînin ku çîrokên jinên şewitî, qetilkirin û bindest ji cîhanê re radigihînin. Ji ber vê yekê ev kar pir bi qîmet in.”