Li mamostayek jin 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn

  • 14:36 23 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamoste Kobra Taherkhanî bi îdiaya ‘heqaret li Xamneyî kiriye’ û ‘Li dijî rejîmê propaganda’ 3 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Her wiha 3 sal cezayê qedexeya derketina derveyî welat jî lê hate birîn.
 
Kobra Taherkhanî ku ev 26 sal e li Îranê mamostatiyê dike û di heman demê de endama Sendîkayê ye, ji aliyê 2’yemîn Dadageha Şoreşê ya Kazvîn ve mehkumî 3 sal cezayê girtîgeh hate kirin.
 
Li gor biryara ku di Adara 2024’an de hatî dayîn, Kobra Taherkhanî bi îdiaya ‘heqaret li Xamneyî kiriye’ 2 sal û bi îdiaya ‘li dijî rejîmê propaganda’ 1 sal cezayê girtîgehê girt.
 
Dadgehê hinceta cezayê daye Kobre Taherkhanî, raporên îstixbaratê yên aîdî Muhavizên Herêma Kazvîn û parvekirinên ku li ser hesabê Instagramê weke belge nîşan dan. Li gel biryarê Kobra Taherkhanî cezayê qedexeya 3 sal ya derketina derveyî welat jî lê hate birîn.