Li Enqereyê pîrozbahiya Newrozê ya coş

  • 19:48 23 Adar 2025
  • Rojane
 
ENQERE- Li Enqereyê bi pêşengiya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi dirûşmeya ‘Ji bo azadiyê civaka demokratîk’ Newroz bi coş hat pîrozkirin.
 
Li Enqereyê bi pêşengiya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi dirûşmeya ‘Rêbertiya Azad Civaka Azad’ û ‘Ji bo azadiyê civaka demokratîk’ li Anitparqê Newroz hat pîrozkirin. Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torun Oneren û parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî wek axaftinker tevli bûn. Ji Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Anka (ANKA-DER) Lokman Dogan bi Kurdî, hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci jî bi Tirkî metna daxuyaniyê xwend.
 
Gel bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli Newrozê bûn û dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘jin jiyan azadî’, ‘Newroz pîroz be’ govend gerandin.
 
‘Divê em têkoşînê bilind bikin’
 
Omer Faruk Yazmaci daxuyanî xwend û da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê de kiriye ji têkoşînê re zemîn û derfetên mezin diafirîne.  Omer Faruk Yazmaci da zanîn ku wê têkoşînê bi hev re bilind bikin.
 
 Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu jî axivî û anî ziman ku bi zîhniyeta qeyûm pêşketin ne pêkane û got: “Em komkujiya Elewiyan şermezar dikin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Hîna bersiva banga Ocalan nehatiye dayîn. Em girtina Ekrem Îmramoglu şermezar dikin.Bi zîhniyeta qeyûm pêşetin ne pêkane.
 
Elîf Torun Oneren jî bi lêv kir ku zextên li ser aliyên ku aştiyê dixwazin didomin û bi lêv kir ku roj roja ku hev xurt bike ye.
 
Ruştu Tiryakî jî wiha anî ziman: “Newroz mizgihiya biharê ye. 40 sale em têdikoşin. Tirkiye bi qeyûman nikare biserkeve. Tirkiye wê wisa winda bike.
 
Hunermend Şerzat û Edîp Gozegel ser dîkê û pîrozbahî bi gerandina govendê bidawî bû.