
Şandeya DEM Partî û DBP’ê çû serdana başûrê Kurdistanê
- 11:24 24 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ji DEM Partî û DBP’ê, wê îro serdana Başûrê Kurdistanê bike û bi gelek sazî û kesayetên Başûr re hevdîtinan bike.
Şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), îro dê serdana Başûrê Kurdistanê bike.
Li gorî agahiyan di şandeyê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevkê Karên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Ebrû Gunay, Hevşaredara berê ya Silopiyê Adalet Fidan û yek ji şêwirmendên Navenda Giştî ya DEM Partiyê Seyfettîn Çetîn cih digirin.
Hat diyarkirin ku wê şandeya DEM Partî û DBP’ê îro bigihê Hewlêrê û di nava rojê de derbasî Silêmaniyê bibe. Tê gotin wê şande li Silêmamanî û Hewlêrê bi gelek sazî, rêxistin û kesayetên Başûrê Kurdistanê re hevdîtinan pêkbîne.