
Vegotinên peyamekê (2)
- 09:03 26 Adar 2025
- Dosya
'Destana Afirandinê' û xala têkçûnê
NAVENDA NÛÇEYAN - Destana Afirandinê ya Babîl ku di peyama Rêberê Gêlê kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê de hat xwendin, xeleka ewil a şikestina rola pêşeng a jinan a di civakê de ava dike.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hat xwendin ji aliyê jinan ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Di peyamê de rola jinan a jiyana civakî de, girîngiya pêşengiya jinan a di avakirina civaka demokratîk de, êrîşên di pergala serdest ya mêr de yên li hember jinê cih girtin û vê bixwe re lêgerîna ji nûve fêmkirina dîrokê anî.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser tunebûna çanda xwedawendiya ‘jina dayik’ ya di pergala serdest de disekine û ji bo vê perspektîfan pêşniyar dike.
Di vê beşa nivîsa xwe de em ‘Destana Afirandinê’ ya Babîlan ku xeleka ewil a tunekirina çanda ‘jina dayik’, digirin dest.
Di dîrokê de mîtolojî di avakirina pêkhate û îdeolojiyên civakî de bûye amûrek girîng. Destana Afirandinê ya Babîlî (Enuma Eliş) yek ji nivîsên herî girîng e ku pantheona xwedayan li Mezopotamyayê (yekîtiya hemû xwedayên taybet ên mîtolojî yan olekê) rave dike. Kozmogoniyê (lêkolîna li ser eslê gerdûnê yan jî teoriya li ser eslê gerdûnê) û "hêzên xwedayî" rave dike. Lê ev destan balê dikşîne ser hinek biçûkxistina fîgurên jin û xizmeta pergala mêtîngeriyê jî dike.
Guhertina cihê jinê
Yek ji fîgurên navendî di Destana Afirandinê ya Babîlê de xwedawend Tîamat e. Xwedawend Tîamat ku wekî dayika afirandinê tê dîtin, di eslê xwe de çavkaniya dewlemendî û jiyanê bû. Lê, di beşên paşîn ên destanê de, ew ji aliyê xwedayên mêr ve wekî hebûnek ‘kaotîk û wêranker’ tê kodkirin. Şer û kuştina Xwedayê Mardûk di damezrandina pergala mêranî de bi bandor e. Laşê Tîamat li erd û ezman hatiye dabeşkirin û di avakirina nîzama nû de tê bikaranîn. Ev rewş weke xirakirina nîzama matrîarkal a ji aliyê xwedayan ve û li şûna wê bi kozmogoniyeke hiyerarşîk a serdest a mêran ve dikare were şîrovekirin.
Her wiha diyar dike ku ev vegotin bi avabûnên pergala serdest a mêr a li Mezopotamyayê bi desthilatdariya dewletê re pêş ketiye. Dema ku xwedawendên jin di mîtolojiyên berê yên Sumeran de fîgurên xurt û serbixwe bûn, di serdema Babîliyan de ew ji aliyê xwedayan ve bi tevahî ji holê hatin rakirin.
Şopandina berxwedanê
Di mîtolojîyan de îfadekirin û şîrovekirin jî mijarek girîng e. Tevgera Jina Kurd li ser esasa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û perspektîfa ku wî pêş xistiye, veguherînên bi vî rengî yên mîtolojiyên bi kokên îdeolojîk ên pergala serdest a mêr ve dinirxîne û berxwedana jinê ya dîrokî dişopîne.
Tenê vegotinên paşerojê nîne
Girîng e ku metnên mîtolojîk ên wekî Enuma Elîş ne tenê wekî vegotinên paşerojê, ji bo têgihîştina koka pêkhateyên civakî yên îroyîn jî wekî amûrên girîng werin nirxandin. Abdullah Ocalan di analîzên xwe yên di çarçoveya perspektîfa Jineolojiyê (Zanistiya Jinê) de destnîşan dike ku jin di dîrokê de ji aliyê desthilatdarî û pergalên dewletê ve bi awayekî sîstematîk hatiye çewisandin û ev yek di mîtolojiyên de jî xwe dide der. Bi qelskirina Tîamatê, pergala serdest a mêr xwe rewa kiriye. Di vê çerçoveyê de kuştina Tîamat a Mardûk a li Enuma Elîş a ji bo avakirina pergala mêr ne tenê bûyereke mîtolojîk e, di heman demê de xaleke şikestinê ya dîrokî ye ku di bîra kolektîf a jinan de deng vedide. Têkoşîna jinên Kurd a di vî warî de armanc dike ku vegotinên mîtolojîk ên bi vî rengî di avakirina sîstemên îroyîn ên serdest ên mêr de çawa têne bikaranîn û li ser bingeha azadiya jinê vegotinên dîrokî yên alternatîf pêş bixe.
Mîrateya dîrokî
Di vê wateyê de çanda xwedawend ne tenê hêmaneke olî û baweriyê ye, di heman demê de îfadeya serdemeke dema borî ya ku rewşa jinê ya civakî bilind bûye û mîrateyeke dîrokî ya têkoşîna jinê li ser hatiye avakirin. Li Mezopotamyayê xwedawendên weke Înanna û Îştar koka dîrokî ya pêşengiya jinê nîşan didin.
Perspektîfa azadiya jinê tê pêşxistin
Lê îro tevgera jinên Kurd fîgurên jin ên bi vî rengî yên ku di dîrokê de ji aliyê mîtolojiyên mêr ve hatine çewisandin zindî dike û wan vediguherîne sembolên berxwedan û azadiyê. Di heman demê de bi vegotinên mîtolojîk ên bi vî rengî, hişê dîrokî ya jinê zindî dibe. Li hemberî vegotinên mêranî yên dema borî perspektîfa dîrokî ya azadiya jinê ya alternatîf pêş dikeve.