
Nahêlin Şerîfe Mihemedî bi girtiyên din re dan û standinê bike
- 11:58 6 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Şerîfe Mihemedî aşkera kir ku 14 meh e hêzên Îranê rê nadin ku ew li gel girtiyên din ên jin dan û standinê bike. Şerîfe Mihemedî got: “Vaye bihar hatiye û ti zivistanek wê heta hetayî berdewam neke, divê em bi hêvî bijîn.”
Girtiya siyasî ya Kurd Şerîfe Mihemedî ku li girtîgeha Lakan a Îranê de dimîne û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, der barê pêvajoya dadgehkirina xwe û nêzîkatiyên rejîma Îranê de peyamek parve kir.
Şerîfe Mihemedî di peyama xwe de diyar kiriye ku berpirsên girtîgeha Lakan di roja ji dayikbûna wê de jê re ragihandine ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Şerîfe dibêje: “Di dema lêpirsînê de di jêr îşkenceyê de xwestin ez îtirafên hatine nivîsîn îmze bikim. Lê min nepejirand, ji ber wê carek din hatim îşkencekirin, zirer gihandin rûyê min.”
Di dewamê de Şerîfe Mihemedî dibêje; “Piştî hatim îşkencekirin û serûçavên min reş û şîn bûn, sê mehan ez xistim di hucreya yek kesî de û ez tevlî jinên din ên girtîgehê nekirim. Di wê demê de min 14 kîlo wendakir. Sedemê cezakirina min ew e ku zêdetirî 10 sal eendamê komîteya hemahengî û alîkariyê li gel sazî û rêxistinên karkeran im. Min hemû çalakiyên xwe bi awayek aşkere kirine.”
Di dawiyê de jî Şerîfe Mihemedî dibêje: “Ez heta niha jî nizanim min çi tawanek kiriye ku heta şayenê vî cezayê nedadperwerane bim. Lê carek din bihar hatiye û ti zivistanek wê heta hetayî berdewam nebe. Nabe mirov di nava xem û perîşanî de bijî û çok dayne, divê mirov bi hêvî bijî.”
Hêjayî gotinêye ku Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin. Lê carek din di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê Liqa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.