Berxwedana li Tişrînê didome

  • 13:00 29 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 4 bajarên kantona Cizîrê karwanekî din ji bo ku nobetê dewr bigire, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.
 
Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiya nobetê li bendavê dike. Çalakî bi koma ji kantona Firatê dewam dike.
 
Ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê karwanek ji bo nobetê dewr bigire, vê sibehê ber bi bendavê ve bi rê ket.
 
Di karwan de hin kes cara yekemîn û hin din cara duyemîn û sêyemîn e cih digirin.
 
Karwanê ji 4 bajaran dê nobetê ji koma ji kantona Firatê dewr bigire.