Bi meşê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin

  • 13:11 29 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrikê bi sedan kesî bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
 
Li bajarê Dêrikê bi sedan kes bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xist. Girseya wêneyên Abdullah Ocalan hilda li Qada Azadî dest bi meşê kir. Di meşê de bê navber dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin û pankartên bi nivîsên "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hatin vekirin.
 
Meş di sûka navendî re derbas bû li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê. Li vir piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên Kongra Star Şadiya Yûsif axivî. Şadiya Yûsif bal kişand ser tevgerên dîplomatîk ên jinan ên bi armanca azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan û got, dê heya pêkanîna vê armancê tê bikoşin.
 
Rêveberê Meclisa Bajarê Dêrikê Ceger Efrîn jî girîngiya girêdana bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan ve destnîşan kir û got, dê bê westandin daxwaza azadiya wî ya fîzîkî berdewam bikin.
 
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.