
Li Mexmûrê berxwedan dewam dike
- 11:25 16 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî dorpêça hikumeta Iraqê ya li ser kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û girtina şêniyên kampê, konê çalakiyê yê xelkê kampê di roja duyemîn de ye.
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî ambargo, rêgirî û dorpêça li ser wergehê, dîsa girtina şandeya ser navê gel çûbûn hevdîtinê, duh heya ber derê nuqteya kontrola hêzên Iraqê meşiyabûn, li vir daxuyaniyek dabûn û helwesta xwe anî bû ziman.
Li ser helwestên gel, rayedarên Iraqê ragihandibû ku wê endamên şandeya çûbûn hevdîtinê berdin, lê rayedaran sozên xwe bici ne anîn. Di vê çarçoveyê de ji ber ku endamên şandeyê nehatin berdan, li ber nuqteya artêşa Iraqê kon hate vedan.
Çalakiya xelkê Mexmûrê duh bişev dewam kir, welatiyan heya danê siharê bi pêxistina agir û stran gotin. Îro jî çalakiya xelkê Mexmûrê di roja xwe ya duyem de, bi biryardariyek xurt dewam dike.
Hêjayî bibîr xistinê ye ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û dîsa rê nade karker biçin Bexda kar. Herwiha Iraq nasnameyên xelkê wargehê nû nake û rê nade nexweş jî biçin nexweşxaneyê.