
Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin
- 13:30 2 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku di meha Gulanê ya 2025'an de li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 10 jin hatin qetilkirin û li 9 jinan jî xwekuştin hatiye ferzkirin.
Rêxistina Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku di meha Gulana (2025) de li Rojhilatê Kurdistanê 10 jin hatine qetilkirin.
Li gorî heman raporê 9 jin jî neçarî xwekuştinê hatine kirin.
Hêjayî gotinê ye ku sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 158 jin hatin qetilkirin, herwiha li dijî 16 hezar û 567 jinan jî tundiya malbatê çêbûye.