
4 rojnameger hatin girtin
- 11:12 17 Hezîran 2025
- Rojane
ARTVÎN - 4 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Artvînê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Artvînê de polîsan di 13’ê Hezîranê d eli Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û 6 jê rojnameger 7 kes binçav kiribûn. Her 7 binçavkirî jî birin Artvînê. Di îfadeya 14’ê Hezîranê de xizmeta nivîsbariyê ya ji bo malperên nûçeyan û pereyê ji bo nûçeyan distandin û hevdîtinên ser telefonê weke sûc hatin nîşandan.
Rojnameger, piştî 3 rojên binçavkirinê di 16’ê Hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezayên sulhê kir. Kedkarê Sendika.Orgê Ozan Cirik û rojnameger Dîcle Başturk, Yavuz Akengîn û Eylem Emel Yilmaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Semra Melek û Melîsa Efe jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.