
Denîz Poyraz hat bibîranîn
- 13:29 17 Hezîran 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Denîz Poyraz li Îzmîrê li ser gora xwe hat bibîranîn.
Di 17'ê Hezîrana 2021'an de, Denîz Poyraz ku di êrîşa li hember avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji aliyê kujerê Onur Gencer ve hate kuştin, di salvegera mirina wê de li ser gora wê hate bîranîn. Malbat, hevalên Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya û Burcugul Çubuk, her wiha gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî beşdarî bîranînê bûn.
Di bibîranînê Endama Dayikên Aştiyê Muzeyyen Kortak axivî û got: "Şehîdên me rûmeta me ne. Em ê şopdarên şehîdên xwe bin."
Dû re parlamenter Adalet Kaya axivî û diyar kir ku êriş, êrişeke polîtîk e û wiha axivî: "Em îro tenê şîne nakin, ji bo aştiyeke bi rûmet, edalet û heqîqetê têkoşîn hat dayîn. Em ê têkoşîna wan û keda wan mezin bikin. Denîz Poyraz nemir e."
Dayika Denîz Poyraz Fehîme Payraz jî di bîranînê de wiha axivî: "Ev têkoşîn têkoşîna jin û ciwanan e. Heke em bibin yek kesek nikare me têk bibe. Di kijan şert û merc bibe jî dê berpirsiyariya xwe pêk bînin."
Pişt axaftinan bernameya bi bîranînê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.