
Em bibin dengê Pexşan Ezîzî
- 15:01 24 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Mahbûbe Rezaî ku li girtîgeha Qerçek a Veramînê girtiye, bi boneya duyemîn salvegera biryara cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn peyamek şand û got: “Em bibin dengê vê jina wêrek.”
Rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hat binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hat girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an de cezayê darvekirinê erê kir.
Bi boneya duyemîn salvegera biryara cezayê darvekirinê yê li rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî hat dayîn, girtiya siyasî Mahbûbe Rezaî ku li girtîgeha Qerçek a bajarê Veramîn ê Tahranê girtî ye, peyamek parve kir û Pexşan Ezîzî weke ‘Jineke wêrek û bêhempa’ bi nav kir û got: “Em bibin dengê Pexşan Ezîzî û ji bo em wê ji nava lepên qirkeran rizgar bikin, em hewl bidin.”
‘Sûcê wê têkoşîna li dijî zilmê bû’
Mahbûbe Rezaî fikara xwe ya erêkirina cezayê darvekirinê yê der barê Pexşan Ezîzî de anî ziman û wiha got: “Ev cara sêyem e cezayê darvekirinê yê rêzdar Pexşan Ezîzî tê erêkirin, tekane sûcê wê ew e ku li dijî zilmê têkoşiya ye.”
Mahbûbe Rezaî bal kişand ser rola Pexşan Ezîzî ya di têkoşînê de û wiha got: “Ew rojnameger bû. Hê roja xebera ku Reza Rezaî dê were darvekirin di bîra min de ye. Ew jinek bû di xaka Îranê de şîn girtibû, wê jî weke me hemûyan ji ber bêhêziya ku nikaribû jiyana mirovek rizgar bike êşê dikişand.”