
Li Silopiyayê agir bi daristanê ket
- 16:08 24 Tîrmeh 2025
- Ekolojî
ŞIRNEX - Li bajarokê Gite yê Silopiyayê li deverek daristanî agir derket.
Agirê ku ji ber sedemek nediyar derket, li gundewarê bajarokê Gite ê Silopiyaya Şirnexê derket. Ji bo vemirandina agir, ku ji ber ba li deverek fireh belav bû, ji Şaredariya Bajarê Giteyê ekîbên agirkujê sewqî herêmê hat kirin.
Hewldanên vemirandina agir berdewam dikin.