Divê hûnermend xwedî li vê pêvajoyê derkevin

  • 09:04 16 Tebax 2025
  • Çand û Huner
ÊLIH - Endama Kolektîfa Rîtmên Azad Çîçek Çelîk da zanîn ku bi banga "Aştî û civaka demokratîk’" re divê hûnermend di pêvajoyê de rola aktîf bilîzin û banga xwedî derketinê li hemû hunermendan kir.
 
Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û piştî vê avakirina civaka nû tê hedefkirin. Abdullah Ocalan di banga ku kir de diyar kir ku divê aştiya civakî li tabanê belav be. Gelek hunermendan jî peyamên ligel bangê ne dan.
 
Endama Kolektîfa Rîtmên Azad Çîçek Çelîk der barê pêvajoyê de û rola hunermendan a ku wê bigirin ser xwe de axivî.
 
‘Berpirsyarî dikeve ser milê me hunermrendan’
 
Çîçek Çelîk destnîşan kir ku ketine pêvajoye ku di esasa civaka demokrtîk de avakirina netewaya demokratîk û wiha got: “Ev avakirin heman demê de avakirina civakek nû ye. Di vê avakirina civakê de bêguman divê hemû alî cih bigirin. Gelek girînge em kesên ku bi hûnerê re eleqeder dibin tevli pêvajoyê bibin. Dema em dibêjin netewaya demokratîk ewil piranî tê hişê mirovan. Jiyana hemû gelan li gel hev girînge. Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê me hûnermendan. Salên borî de me li Mersînê bernameyek ‘çand tên gel hev’ pêk anî. Bi armanca tevli pêvajoya bibin divê bernameyên wisa pêk bên. Dikarin konser û bername pêk bên. Em hûnermend dikarin piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
 
‘Em ê bi awayekî aktîf tevli pêvajoyê bibin’
 
Çîçek Çelîk bi lêv kir ku banga "Aştî û civaka demorkatîk" heman demê de feraseta afirandina azadiya jinê ye û ev nirxandin kir: “Em bi salane hatin çewisandin, qetilkirin. Belkî em di alî fîzîkî de vê hîs nakin lê her roj li hember rihê me êriş hene. Ji ber vê jî divê em jin li dijî her cureyê gotinên li hember me rihê xwe bedena xwe azad bikin. Di vê hiyerarşiyê de em çawa dikarin azadiya xwe pêk bînin. Bi taybet divê jin di vê pêvajoyê de di eniya pêş de cih bigirin. Ji ber hevjiyana azad avakirina civaka nûye. Em ê jî bi awayekî aktîf di pêvajoyê de cih bigirin.”
 
Çîçek Çelîk wiha dirêjî dayê: “Hûner ji civakê serbixwe nayê dest girtin. Hûnerek ji civakê qût nikare hûnera azad biafirîne. Dema wisa nebe wê ji hiyerarşiyê re xizmetê bike. Em vê ferasetê red dikin. Divê hûner ji civakê re xizmetê bike.Di vê avakirina civaka nû de em kesên di qada hûnerê de xwedî rol û berpirsyariyan e."
 
‘Divê xwedî li bangê bê derketin’
 
Çîçek Çelîk  di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em bi hûnerê xwe digihînin civakê. Em hûnera xwe di dilan de cih digirin. Ji ber vê berpirsyariyên mezin dikevin ser me. Vê pêvajoyê de dikarin konser bên dayîn. Em dibêjin netewaya demokratîk, dema em vê dibêjin hemû bawerî û gel tên hişê mirovan. Divê em banga civaka demokratîk vebêjin, ji gel re ragîhinin. Bang li hemû hûnermendan dikim ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”