Li Mêrdînê meşa 1’ê İlonê

  • 20:25 1 Îlon 2025
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di meşa 1ê Îlonê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê de ku bi sedan kes beşdar bûn, li ser misogerkirina "şert û mercên xebatê yên azad" ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat sekinandin.
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê (DEKUP) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ji ber avahiya PTT'ê ya li navçeya Artukluyê heta Parka Karayollariyê meşiyan. Di çalakiyê de pankartên "Tekoşîna aştî û demokrasiyê jin bilind dikin" û "Aştiyek mayînde bi civaka demokratîk pêkan e" û dowîzên "Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, jiyaneke wekhev û azad e", "Jin Jiyan Azadî", "Dayîk parazvanên aştiyê ne", “Jin şer naxwazin azadîyê dîxwazin” û “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” hatin vekirin. Girseya gel di tevahiya meşê de li ber erbaneyê dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Jin şer naxwaze, aştiyê dixwaze" berz kirin.
 
Piştî meşê, girseyê li Parka Karayollariyê daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya kurdî ji hêla Hevserokê MEBYA-DER'ê Salîh Kuday û ya tirkî jî ji hêla Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Merdînê Nîlûfer Elîk Yilmazê ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de li ser çareseriya demokratik û mayinde ya meseleya kurd hat sekinandin. Di daxuyaniyê de doza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin û îşaret bi "şert û mercên xebatê yên azad" ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwend.
 
Peyam bi çepikan hat pêşwazîkirin. Paşê girseyê 1'ê Îlonê bi berzkirina dirûşmeyan û govendgerandinê pîroz kir.