
Li Mexmûrê meşa 1’ê Îlonê
- 20:57 1 Îlon 2025
- Rojane
MEXMÛR -Li Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek girseyî hat lidarxistin.
Li Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de alên Rêber Apo û KJK’ê hatin hildan.
Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta Parka Şehîd Aryen Cûdî berdewam kir. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Li Parka Şehîd Aryen Cûdî daxuyanî hat xwendin û ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Dû re peyama Rêber Apo ya 1’ê Îlonê hat xwendin.
Piştre li ser navê girseyê Mamoste Diljîn Kara daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Îro 1’ê Îlonê Raja Aştiyê ya Cîhanê. Di 1’ê îlonê de şerê cîhanê yê duyemîn hat destpêkirin û mohra xwe li rûpelên herî tarî yên dîroka mirovahiyê xist. Roja ku şerê Cîhanê yê Duyemîn hatî despêkirin, piştî salan di heman rojê de, roja aştî ya cihanê hat îlankirin. Hemû gel û netew îro bi gotina ‘ji şer re na ji aştiyê re erê’ dibe yek deng û bilind dibe. Li gel ku salane li ser vê bûyerê re derbas bûye jî, hîn li cîhanê em dikarin bêjin şer, dagirkerî, qirkirin û tundî berdewam dike.
Gelên Rojhilata Navîn ji salên dûr û dirêj ve di nava şer û dagirkeriyê de dijîn. Yên ku ji van şeran herî zêde para xwe girtine, bedelên herî giran dane û ji pêşerojê bêpar mane, jin û zarok in. Her wiha xweza di bin dest û lingê şeran de diqîre û tine dibe. Şer ne tenê di eniyan de tê meşandin, bi bişaftina çandî, qirkirina ekolojiyê û bi hilweşandina civakê tê meşandin.
Paradigmaya Rêbertî ji bo me modelekî jiyanî ye, şer encama pergala hêz û deshilatdariyê ye, aştî ji jiyana demokratîke ku gel wê bi xwe azadiya xwe bidest bixe. Aştiya rast wê ne tenê bi bêdengkirina çekan bê bidestxistin, wê bi parastina xwezay0ê, pir rengî, azadiya jinê û gel bikare bi nasnameya xwe bijî. Aştî li wan cihên ku nasnameya gelan nayê înkarkirin, zimanê wan nayê qedexekirin û bi çanda xwe azad jiyankirinê, bi jiyanî kirina civaka demokratîk wê bê bidestxistin.
Ev 50 sale Rêber Apo ji bo aştiyek mayînde tekoşînek bêyî hempa dimeşîne. Herî dawî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat kirin. Bi vê bangê Rêber Apo xwest şer û kaosa ji aliyê deshilatdariyê ve tê meşandin bidawî bike. Li hemberî sîstema xwînmij ya heyî alternatîfa jiyana demokratîk ava kir.
Em wek jin, ciwan û gelê Kurd li pêvajoyê û banga Rêber Apo xwedî derbikevîn, jiyanî bikin û destê wî xurt bikin. Ji ber ku aştiyek mayînde bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gengaze.
Parastina aştiyê parastina jiyanê ye. Mezinkirina aştiyê mîsogerkirina çanda demokratîke. Divê roja aştiya cîhanê de, em bang li tevahî jinên cîhanê û mirovahiyê dikin, werin em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin, polîtîkayên şer vala derbixin û yekîtiya demokratîk ava bikin. Ji ber ku em dizanin aştî ji jinê despêdike, bi xwezayê re bihêz dibe û bi azadiya gelan re mayînde dibe.
Îro em weke jin, ciwan û gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, bang dikin ji şer re na, ji dagirkeriyê re na, ji qirkirina jin û civakê re na, dibêjîn bijî xwîşk-biratiya gelan, bijî civaka demokratîk.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî 1’ê Îlonê” bi dawî bû.