Bendewariya ji pêvajoyê: Girtiyan berdin bila serokatiya me azad bibe

  • 09:03 7 Îlon 2025
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Dayika Devlet Akan ê HPG’î ku jiyana xwe ji dest daye, Adîle Akan wiha got: “Em dixwazin Kurd azad bin. Bila zext û zilm rabe. Bila mafên me bên dayîn. Bila girtî bên berdan serokatiya me azad bibe.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û piştî vê PKK’ê 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî û biryara feshê da. Piştî vê jî 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan pêk anî. Di pêvajoya li ser banga "Aştî û civaka demokratîk" hat destpêkirin de herî dawî li Meclîsê "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk-Biratî û Demokrasiyê" hat avakirin.
 
Pêvajo bi lez didome û malbatên gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê der barê pêvajoyê de bendewareiyên xwe tînin ziman. Dayikên ku 50 sal in di vî şerî de zarokên xwe winda dikin, der barê pêvajoyê de hêviyên xwe tînin ziman û dibêjin ku divê dewlet demildest gavan bavêje. Dayika Devlet Akan (Cembelî Hakaryan) yê HPG’î  ku di 2’ê îlona 2016’an de li Kerboran a Mêrdînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, Adîle Akan der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Kurê min 15 salî bû wek terorîst hat îlankirin’
 
Adîle Akan da zanîn ku Cembelî Hakaryan di 15 salî de bi zext, îşkenceyên dewletê re hatiye rû hev û wiha got: “Dewletê her tim bi ser mala me de digirt. Îşkence li zarokên min dikir. Kurê min 15 salî bû terorîst îlan kirin. Kurê min ji ber zext û tundiyan tevli PKK’ê bû. Dibêjin çima ciwan tevli dibin. Ciwan ji ber îşkence û zilmê tevli dibin. Em Kurd bi salan e zilmê dibînin.”
 
‘Em Kurd jiyanek azad dixwazin’
 
Adîle Akan destnîşan  kir ku ew bi têkoşîna kurê xwe serbilinde û wiha vegot: “Kurê min kesekî xwedî wijdan bû, welatparêz, alîkar bû. Dewletê zext li kurê min kir û ew neçar kir. Niha serokatiyê pêvajoyek daye destpêkirin. Em bi salane aştiyê dixwazin û hêviya me heye. Mi êşa kurê xwe pir jiya. Ez bimrim jî wê êşê ji bîr nakim. Lê tiştên min jiyaye bila dayikên din nejîn. Ez piştgiriyê didim pêvajoyê. Em Kurd jiyanek azad xiwazin. Em zilmê naxwazin Êdî bes e.Bila dewlet gavekê bavêje û serokatiya me azad be. Bila girtî bên berdan. Em azadiya seorkatiya xwe dixwazin.”