Li Wanê kampanyaya ‘Ji bo jiyan û jiyankirinê em xwe rêxistin dikin’

  • 09:04 21 Îlon 2025
  • Rojane
 
Memîhan Zeydan
 
WAN - Ji aliyê sazî û rêxistinên jinan yên bajar ve kampanyaya "Ji bo jiyan û jiyankirinê em xwe rêxistin dikin" li bajar hat destpêkirin. Parêzer Burcu Şeber der barê kampanyayê de axivî û got: “Hedefa me ev e ku em pirsgirêkan tespît bikin û di alî xwegîhandina edaletê jin û zarokan xurt bikin.”
 
Li Tirkiye û Kurdistanê mirinên biguman yên jinan zêde dibin û ji ber lêpirsînek bi bndor nayê meşandin dosyayên mirinên biguman yên jinan di bin navê "xwekuştinê" de tên girtin. Yej ji bajarên ku mirinên biguman yên jinan lê zêde ye Wan e. Li gorî daneyan li Wanê mehekê de çar jin bi guman jiyana xwej i dest ane. Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinan û Komeleya Jinan a Star û gelek saziyên din, komîsyon û rêxistin hatin gel hev û kampanya sê mehan dan destpêkirin. Kampan bi dirûşmeya ‘Ji bo jiyan û jiyankirinê em xwe rêxistin dikin’ di 15’ê îlonê de starta wê hat dayîn.
 
Ji Komeleya Medya a Mafê Mirovan parêzer Burcu Şeber ku di komîsyonê de cih digire der barê kampanyayê de axivî.
 
Di mehekê de çar mirinên bi guman
 
Burcu Şeber da zanîn ku bi sazî û komîsyonên jinan yên Wanê re bi dirûşmeya "Em ji bo jiyan û jiyankirinê xwe rêxistin dikin" hatine gel hev û got: “Di encama civînên me kirin de me got em dikarin der barê mirinên biguman yên jinan de çi bikin. Ligel vê di encama tespîtên hatine kirin de di mehekê de çar jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Ev tenê bi agahiyên ji raya giştî hatine girtinê an jî serlêdanan de hatine girtinê ne. Ji bilî em dizanin ku gelek mirinên biguman yên jinan yên nehatine ber destê me hene.”
 
‘Hedefa me ev e ku jin xwe bigihînin edaletê’
 
Burcu Şeber balkişand ser mirina biguman a xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî û got tevî salek di ser bûyerê re derbas bûye hîna bûyer nehatiye ronî kirin û got: “Ligel vê ji bo hemû pirsgirêk bên tespîtkirin em bi saziyan re hatin gel hev. Armanca me ev e ku xalên qanûna hejmar 6284 li tax, navçeyan bê vegotin û hişmendî bê afirandinê ye. Em ê dakevin qadan cureyên tundiyê, bûyerên tên jiyîn vebêjin. Hedefa me ev e ku di alî xwegîhandina edaletê de jin bên xurtkirin.”
 
‘Hemû jin dikarin tevli bibin’
 
Burcu Şeber di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku komîsyona kampanyayê tenê ji saziyên navê wan derbas dibin pêkan nîne û wiha dawî lê anî: “Hemû xebat wê bi van komîsyonan bê kirin. Lê xwendekarên zanÎngehê, yên taxan û hemû jin dikarin tevli xebatên me bibin. Sê mehan em ê xebatan bimeşînin û heta dikarin wê xwe bigihînin jinan. Em ê tespîtên xwe bikin û qe nebe em dixwazin di alî xwegîhandina edaletê de jinan xurt bikin.”