
Dîlan Kunt Ayan: Divê 1'ê Cotmehê bibe roja pêkanîna mafê hêviyê
- 09:06 21 Îlon 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Dîlan Kunt Ayan biryara KWKE nirxand û da zanîn ku xebatên komîsyonê gihiştiye têr bûne di 1’ê Cotmehê de bi vebûna sala qanûnî re pêkanîna mafê hêviyê wê baweriyek mezin bide civakê. Dîlan Kunt Ayan got ev gav wê baweriya bi aştî û demokrasiyê xurt bike.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî digire nav xwe, di 18’ê Îlonê de da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salek dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kunt Ayan der barê biryarê de axivî.
‘6 salan biryara 2’yan a Ocalan nekiribûn rojevê’
Dîlan Kunt Ayan biryara KWKE’yê bibîr xist û balkişand ser mekanîzmayên navneteweyî ku çawa ji siyaseta rojane bandor dibe. Dîlan Kunt Ayan wiha got: “DMME’yê di 2014’an de di Biryara 2’yemîn a Ocalan de biryar dabû ku mafê hêviyê hatiye binpêkirin û biryara binpêkirinê dabû. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 2015’an de ji bo Tirkiye sererastkirinên qanûnî bike pêvajoya kontrolê dabû destpêkirin. Piştî 2015’an bi bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re îradeya avêtina gavan winda bû. 6 salan hikûmetê gav navêt û tevî vê Komîteya Wezîran jî ev biryara dabû destpêkirin negirt rojeva xwe.”
‘Sererastkirinên giştî hatibûn xwestin’
Dîlan Kunt Ayan daxuyakirin ku vê pêvajoyê de parêzeran û rêxistinên civaka sivîl serî li Komîteya Wezîran dan ku vê mijarê lezgîn bigirin rojeva xwe û got: “Encama serlêdanan de yekem car di 2021’ê de girt rojeva xwe. Komîteya Wezîran der barê ku divê mafê hêviyê ji bo Birêz Ocalan pêk bê de, ji Tirkiyeyê agahî xwestibûn û sererastkirinên giştî xwestibûn."
‘Bi zextên rayagiştî xistin rojevê’
Dîlan Kunt Ayan bi lêv kir ku ne tenê biryara mafê hêviyê, biryara DMME Û DDB’ê jî pêk nehatine û pratîkeke dijhiqûqî hatiye nîşandan. Dîlan Kunt Aydan da zanîn ku di encama zextên rayagiştî de mafê hêviyê ketiye rojevê. Dîlan Kunt Ayan wiha domand: “Me wek DEM Partî di îlona 2024’an de ji bo sererastkirina qanûnî pûşnûme da. Dîsa gelek parlamenterên me şopandina pêşnûme qanûnê kirin û di komîsyonê de, di lijneya giştî de anî ziman. Ji 1’ê Cotmehê şûnde der barê pêkanîna mafê hêviyê pêkanîna sererastkirinên qanûnî ferz bûye.”
‘Ger em behsa aştiyê bikin divê mafê hêviyê jî pêk bê’
Dîlan Kunt Aydan di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Di komîsyona meclîsê de bi hefteyane ji aliyên cuda kes tên guhdarkirin û balê dikşînin ser biryara DMME’ê û DDB’ê. Dibêjin divê Abdullah Ocalan wek aktorê sereke bê guhdarkirin. Ger îro em behsa aştiyê bikin divê tecrîd rabe û mafê hêviyê jî pêk bê. Birêz Ocalan aktorê sereke yê pêvajoyê ye. Divê nêrînên xwe raste rast li Komîsyona Meclîsê ragîhîne. Li pêş Tirkiyeyê derfetek girîn heye. Dereng xistin ji bo aştî û demokrasiyê windabûna demê ye. Ji ber vê mafê hêviyê dîrokiye. Di 1’ê Cotmehê de bi vebûna sala qanûnî re pêkanîna mafê hêviyê wê baweriyek mezin bide civakê. Ev gav wê baweriya bi aştî û demokrasiyê xurt bike.”