Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destpê kir

  • 14:11 25 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEÇYAN - Li Hesekê bi amadebûna zêdetirî 600 kesayet û endamên hêzan, bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" Konferansa 4´emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destpê kir.
 
Li Hola Serdemê ya Hesekê ya kantona Cizîrê Konferansa 4´emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Ji delege, endamên rêxistin û tevgerên jinan wekî Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, 600 kes amade bûn. Konferans bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" li dar dikeve. 
 
Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî. Foza Yûsûf lidarxistina konferansê li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirin-Jin, bi taybet ên xebatên bo belavkirina ewlehiyê û pêkanîna parastina şêniyan û herêmê dikin û li tevahî jinên daxwaza azadiyê dikin pîroz kir.
 
Foza Yûsif diyar kir ku ji destpêka şoreşê heta roja îro jin roleke mezin di avakirina civakeke azad de dilîzin û destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi saya kedên jinan bi armanca parastina wan û civakê hat avakirin.
 
Di berdewama axaftina xwe de Foza Yûsif işaret bi zextên û binpêkirinên li dijî tevahî jinan û yên Sûriyeyî bi taybet kir û got: "Jin di her aliyê de rûbirûyî ambargoyê ne, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan ev ambargo şikand û gavên pratîkî ber bi rêya azadiyê ve avêtin û zihnetiya li dijî wan û dûrxistina wan red kir."
 
Foza Yûsif anî ziman ku pêwîst e jin bi vîna xwe bawer bin û bi hêza xwe serbilind bin û got: "Hevalên xebitîne û hîna di vê saziyê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin) de dixebitin roleke dîrok di xurtkirina hişyariya bi wekhevî û edaletê lîstin."
 
Foza Yûsif anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehî û aramî heye û rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin di pêkanîna vê ewlehiyê de silav kir û got: "Heta niha rewşa li Sûriyeyê ne aram e. Rojane rewşên qetilkirin, destdirêjiya cinsî û revandin tên tomarkirin û mafên jinan di destûrê de tune ye û nûnertiya wê di hikumeta veguhêz de lawaz e. Ev yek lawaziya hikumetê ya parastina jinan û misogeriya mafên wan nîşan dide."
 
Foza Yûsif anî ziman ku digel van geşedanan de, mijara teslîmkirina çekê, heta ku destûrek tê avakirin û tê de mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê misoger dibe, sazî aktîv dibin û artêşek birêxistinkirî ava dibe, ne pêkan e.
 
Foza Yûsif bang kir ku divê hejmarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin zêde bibin û şiyanên wan di tevahî waran de bi pêş bikevin.
 
Foza Yûsif destnîşan kir ku divê parastin tevahî jinan bigire nava xwe, ne tenê jinên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û got: "Jina lawaz û nezan nikare parastina xwe bike. Di demekê de guhertinên ji bo dûrxistina jinan ji kar û tirsandina wan tên kirin, lidarxistina vê konferansê gaveke girîng e. Em ê li ser şopa şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe daye de bimeşin û divê ev konferans biryarên girîng ên ji bo xurtkirina mafên jinan û azadiya wan bidin."
 
Konferans bi axaftinên nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dewam dike.