Di serdegirtina malê de li kesên bi kurdî axivîn îşkence kirin
- 14:46 24 Kanûn 2025
- Rojane
ŞIRNEX – Di serdegirtina malê de hat diyarkirin ku li Hanîfe Kabûl a bi Tirkî nizane, axaftina Tirkî hatiye ferzkirin û kurê wê Îrfan Kabûl ê bertek nîşanî vê yekê da jî birine odeyekê û demeke dirêj îşkence lê kirine.
Di serdegirtinên malan ên li taxên Vakif Kent û Bahçelievler ên Şirnexê de ku danê sibehê hatin kirin, 3 kes bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku Îrfan Kabûl (23) ku bi Abdullah Temelkûran (22) û Serhat Temelkûran re hat binçavkirin, li dayika wî Hanîfe Kabûl a bi Tirkî nizane, Tirkî hatiye ferzkirin û ji ber ku wî bertek nîşanî vê daye, demeke dirêj îşkence lê kirine. Hat ragihandin u Hanîfe Kabûl ji ber ku bi Kurdî axiviye hatiye derbkirin û kurê wê Îrfan Kabûl jî ji ber ku li ber vê rabûye ew birine odeyekê û demeke dirêj lêdane.
Di serdegirtina mala Abdullah Temelkuran de, polîsan wêneyên Newrozê qetandin. Hat hînbûn ku polîs di destpêkê de bêyî kamerayan ketine hundirê malê û bi qûndaxên tifingan li ferdên malbatê dane. Li gorî agahiyan, Serhat Temelkuran li cihê karê xwe hatiye binçavkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê û li ser dosyeya dozê ji bo 24 saetan biryara sînordarkirinê heye.
Hat hînkirin ku ciwan ji ber ku stîckerên têkildarî 34 kesên di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskiyê hatin qetilkirin bi dîwaran ve zeliqandine û dîmenê wan ê dawetekê ji aliyê hesabê X'ê yê bi navê "hafıza" hedef hatiye nişandan, hatine binçavkirin.







