Terza Siyasetê ya Xeta Azadiya Jinê

  • 09:01 2 Çile 2026
  • Jineolojî
“Wek Abdullah Ocalan jî îfade kiriye,  cihê ku wekhevî û azadî lê zindî bibe qada siyaseta demokrtÎk e. Ya ku vê pêvajoyê pêk bîne jî civaka demokratîk bixwe ye. Encam ev pênase girêdayê azadiya jinê ye. Di xeta sêyemîn a pergala modernîteya demokratîk de, di siyaseta demorkatîk de,  nasnameya jinê xwe dibîne. Ziman û çalakiya serdest a mêr diguhere, di herikbaariya azadiya civaka demokratÎk de bi kokên wê yên dîrokî re tîne gel hev û mekanîzmaya esas ava dike.”
 
Ayşegul Ayaz
 
Tevgera azadiya jinên Kurd wek hemû aliyên netewa demorkatîk di her qada siyasetê de jî nûneriya wekhev esas digire û bi tena serê xwe vê şoreşê dihewîne. Ev pergala ku têkoşîna jinê ya li dijî qedexekirina nasnameya jinê îfade dike, li aliyê din jî dînamîka guherîna nêrînên zayedperest yên ku rolên jinan sînor dike ye. Di serî de nasnameya jinê, guherîna mêr û şoreşa zîhniyetê îfade dike.Îfadekirina rêgezên ku ji mêrên jiyana zayendperest xwedî dikin re cih venake; mudaxaleya ferasta siyaesta ku jiyan-siyaestê ji hev qut dike ye. Ev helwest, li aliyekî pîvanên jiyana siyasetê diguehre û bi vî alî jî guherîna civakî baş, rast û bedew ferz dike.
 
Esasgirtina rêxistinbûna xweser a tevgerê, yek ji nokteyên din ya girînge. Bi vê re hêza biryara xwe dewrê kesên din nake. Li dijî alavbûnê îtîrazê bilind dike. Îradebûnê pêş dixîne û bi vî alî de jî ji herêmî ber bi navendî bi rêxistibûnan, rêxistibûneke ku sekn û rengê jinê diparêze nîqaş û perwerdehiyên xwe dimeşîne.Bi vî awayî ne tenê jinê, di esasa hevjiyana azad de guherîna mêr jî esas digire. Bi saya vê mekanîzmayê şoreşa zîhniyetê û afirandina kesayeta demokratîk hedef dike. Li ser van esasan sekna jiyana xwe pêş dixîne, nasnameya jinê di xeta sêyemîn de wek pêşeng pênase dike. Ji vê wêdetir, dibêje ‘xeta sêyemîn xeta jinê ye’.
 
Siyaset ji civakê re qadê venake ku pirsirêkên xwe çareser bike.   Lê siyaseta demokratîk ji bo ku zayend, etnîk, bawerî û hemû nasname xwe bi rêve bibin û îradeya xwe ava bikin berpirsyariyê didin. Bêyî ku di nava dîwarên burokrasiyê de bifetisin, li dijî hemû pirsgirêkan qada afirandina hêza xweser pêşkêş dike û di vî alî de jî ev qada ku siyaseta demokratîk heyî bibe ye. Her nasname bi rêxistibûnên xwe yên terza meclîs û komunan, ji hêzên hev xwedî dibin, reng, gotin û çalakiyên xwe didin nîşandan Her komun nava xwe de xwesere û di esasa berjewendiyên civakî de tevlibûnêk tîne.
 
Pêvajoyên nîqaşên azad û biryargirtinê jî ji hêza xwser a yekîneyên têkildar re tê hiştin. Li dijî pergalê mudaxaleyeke radîkal dike. Di xeta sêyemîn de siyaseta demokratîk;Çareserî ji îrade, şoreşa zîhniyetê, têkoşîn û avakirinê qût nabe. Bi hişmendiya ku her valahî ji nûve serdestiyê hildiberîne, divê berpirsyariya hûnandina jiyanê ya ji kes ber bi civakê ve tê hewandin.
 
Siyaseta demokratîk rêzdariya li hember cudahiyan esas digire. Jiyana di esasa jin bi mêr, kes bi civakê, mirov bi xwezayê esas digire. Di têkiliyên navbera hebûnan de tundiyê, binpêkirinê, bindestiyê red dike û li dijî teşeyê bandora wê ya di siyaseta serdets de jî, ne sînorên hiqûqî,her cureyê rêbazên xwe dispêre rewabûnê datîne holê. Ji ber vê parastina nirxan wek ferza ehlaqî tê dest girtin. Bi vî awayî polîka û ahlaq ji hev qut nake. Ji xwe ya ne ahlaqî ne polîtîke jî. Abdullah ocalan wiha dibêje: “Civakên ji ahlaqê bêpar, bîra polîtîk, hêza sazîbûna kevneşopî û rêbaz winda kirine. Civakek çiqas ahlaqî û polîtîk be evqas ji destdirêjiya tekelên sermayê û desthilatdariyê re girtî ne û berxwedêrin. Civak xwe bi terza siyaseta demokratîk û parastina cewherî dikare biparêze.”
 
Wek Abdullah Ocalan jî îfade kiriye,  cihê ku wekhevî û azadî lê zindî bibe qada siyaseta demokrtÎk e. Ya ku vê pêvajoyê pêk bîne jî civaka demokratîk bixwe ye. Di encamê de ev pênase girêdayê azadiya jinê ye. Di xeta sêyemîn ya pergala modernîteya demokratîk de, di siyaseta demorkatîk de, nasnameya jinê xwe dibîne. Ziman û çalakiya serdest a mêr diguhere, di herikbaariya azadiya civaka demokratÎk de bi kokên wê yên dîrokî re tîne gel hev û mekanîzmaya esas ava dike. nasnameya jinê ku seranserê dîrokê herî zêde li azadiya xwe geriya; di esasa hîmê azadî û wekheviyê de xwe rêxistin dike. Gotina xwe dibêje û bi awayekî herî afrÎner digihêjîne çalakiyê.
 
 Di pêvajoya ev nivîs dihat nivîsin li Wanê li dijî xespkirina qeyûman gelê Wanê ji bo xwedî li îradeya xwe derkeve di berxwedanê de bû. Çalakiyên hatin kirin, dîmenên çalakiyan, di şertên zivistnaê de dest ji nobeta îradeyê bernedan, encama veguherîna civakiye. Sekna dayikan, sekna jiyan û siyaseta demokratîk îfadekirin bû. Bandora van hewldanan, ji ya tê texmînkirin zêdetire. Têkoşîna azadiya jinan ji niha de gihiştiye qonaxeke gerdunî û bi ‘jin jiyan azadî’ re sedsal teşe bûye.
 
Ev nivîs ji hejmara 34’emîn a mijara dosya ‘xeta sêyemîn’ a kovara jîneolojiyê hatiye girtin.