SAMER: Di sala 2025'an de 420 jin hatin qetilkirin

  • 15:51 2 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku di sala 2025’an de 420 jin hatine qetilkirin û 508 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER’ê rapora xwe ya “Lêkolîna bûyerên tundiya li dijî jinê ya di navbera 1’ê Çileyê û 31’ê Kanûna 2025’an de li ser çapemeniyê hatine weşandin” parve kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku di navbera van mehan de 420 jin hatine qetilkirin û 508 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat gotin ku 662 jin di encama tundiya fîzîkî de birîndar bûne, hezar û 89 jin bi darê zorê neçarî karkeriya zayendî hatine kirin, 130 hatine tacîzkirin, destdirêjî li 25 jinan hatiye kiriye, li 96 jinan gef/heqaret hatine kirin û 170 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine. 
 
Li gorî raporê, ji sedî 60’ê bûyeran nasnameya tawankar nehatin tesbîtkirin, di nav kesên tawankar de hevser û xizmên nêz derketin pêş. 
 
Hat diyarkirin ku ji sedî 15’ê kuştinan li Stenbolê pêk hatine. Stenbol di bûyerên destdirêjî û îstîsmarkirina zarokan de jî di rêza yekem de ye.
 
SAMER’ê, da xuyakirin ku ev dane tenê bûyerên ku di çapemeniyê de hatine ragihandine û hişyarî da ku dibe hejmarên rastîn pir zêde bin.