Heyva Sor a Kurdistanê banga alîkariyê kir

  • 15:36 10 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Heyva Sor a Kurdistanê bi tevî saziyên hevkar ên li gelek welatên Ewropayê û her wiha li Amerîkayê, ji bo Kurdên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest bi Kampanya Alîkariya Lezgîn dike.”
 
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo taxên Şêqmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê banga alîkariyê kir.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
“Bi rojane komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrî li dijî taxên Kurdan ên bajarê Helebê êrişên giran pêk tînin. Di van êrişan de bi sed hezaran Kurdên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi rengekî hovane tên hedefgirtin. Ji roja pêşî ve, jin, zarok û mirovên bi temen jî di nav de bi dehan sivîl hatin kuştin. Bi sedan birîndar bûn. Her wekî din di van rojên zor û zehmet ên zivistanê de bi deh hezaran mirov jî ji cih û warên xwe bûn.
 
Êrişên bi tank, top û her cûre çekên giran pêk tên, yekser binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye. Di van kêliyan de mafê jiyanê û rûmeta bi sed hezaran Kurdên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin gefa kuştinê de ye. Komên cîhadîst ên êrîşî taxên Kurdan dikin, bê serûber saziyên xizmeta sivîl, nexweşxane û malên welatiyan didin ber top û bombeyan. Bi taybet ji ber êrişên li dijî Nexweşxaneya Xalid Fecir, bi dehan birîndar nayên dermankirin.
 
Ji ber van êrişan, pirsgirêkên derman, xwarin, av û elektirîkê di asta herî jor de ne.
 
Li hemberî vê rewşa kambax a mirovî Heyva Sor a Kurdistanê bi tevî saziyên hevkar ên li gelek welatên Ewropayê û her wiha li Amerîkayê ji bo Kurdên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest bi Kampanya Alîkariya Lezgîn dike. Bi desteka gelê me yê li dîsaporayê, wê alîkariya ku di encama kampanyayê de were berhevkirin, bi awayekî lezgîn ji bo Kurdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê were şandin.
 
Di serî de Kurdên li dîsaporayê, her çi kesê xwedî wijdan banga me ji bo wan ew e ku beşdarî vê kampanyayê bibin. Ji bîr nekin, her alîkariya ku were dayîn dibe ku îro canekî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rizgar bike. Wê her alîkariya were dayîn bibe sedem ku hêviya jiyanê bi deh hezaran zarokî zêdetir bibe.
 
Hefdefgirtina sivîlan sûcê şer e. Nabe ku li hemberî vî sûcî mirovahî bêdeng bimîne. Ji bo Kurdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dema alîkarî û xîretiyê ye."