Li Îranê jina Kurd Robîna Emînyan hat qetilkirin

  • 15:26 11 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Hat ragihandin ku jina ciwan a Kurd Robîna Emînyan ku li Tehranê xwendekara zanîngehê bû, di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin.
 
Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê têkildarî qetilkirina jinek ciwan a Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve agahiyan parve kir.Li gor agahiyên hatine parvekirin, jina ciwan a Kurd ya bi navê Robîna Emînyan li nêzî Zanîngeha Buheşt a Tehranê di dema xwepêşandanan de, bi awayek rasterast ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.
 
Hatiye diyarkirin ku jina ciwan Robîna Emînyan, xelkê barê Merîwan bû lê li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê jiyan dikir. Ji bo xwendina bilind li Tehranê dixwend, xwendekara Kolêja Şerîetê ya Tehranê bû.
 
Hatiye gotin ku hêzên rejîmê rê nedane cenaze radestî malbatê were kirin, lê malbatê bi rengek veşartî cenazeyê keça xwe revandine.
 
Li gor heman agahiyan, dema malbat ji bo wergirtina cenazeyê keça serdana nexweşxaneyek Tehranê dike, dîtine ku gelek cenaze li nexweşxaneyê hene û piraniya wan ciwanin û di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin.