Partiyên siyasî: HTŞ îradeya gelan tune dihesibîne

  • 15:32 11 Çile 2026
  • Rojane
ENQERE- Hêzên Ked û Demokrasiyê der barê êrîşên êrişên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyeke hevpar dan û wiha gotin: “Em wek hêzênked û demorkasiyê yên Tirkiyeyê bi têkoşîn û îradeya jiyana bi hev re ya gelên Sûriyeyê re di piştevaniyê de ne.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Partiya Şoreşger, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kede (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), SODAP, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), TOP, SYKP û Partiya Çepên Kesk tekildarî êrişên hikumeta demkî ya Şamê û komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebe daxuyaniyeke hevpar dan. Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişan dan û xwestin êriş rawestin.Daxuyaniya hevpar a partiyên siyasî wiha ye; “HTŞê ku di meha Kanûna 2024an vir de li ser desthilatdariya Şamê ye bi hezên cîhadîst ve li dijî gel û baweriyên Sûriyê polîtikayeke ku ewlehiya gelan mîsoger bike nade pêş xwe. Desthilata HTŞê li dûrî pergaleke ku wekheviya gelan mîsoger bike rêve dibe û dixwazê hemû netew û bawerî ji wan re bîat bike.”
 
‘Li dijî sivîl û nexweşxaneyan êriş tên kirin’
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên HTŞê komên cîhadîst ên giredayî wê li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rojanê berdewam dike û wiha hat gotin: “Li dijî welatiyên sivîl, nexweşxanê û qadên jiyanî yên welatiyan êrişan pêktînin. Li gor daneyan di êrişan de zarok jî hatinê qetilkirin. Êrişên li dijî welatiyên sivîl û nexweşxaneyan sûce şer e. Divê êriş demildest bên rawestandin.”
 
‘Tirkiye piştgirya cîhadîstan dike’
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Desthilata Tirkiyeyê li şûna pirsgirêkên Sûriyê bi awayekî wekheviya hemû gel û baweriyan çareser bike, rastê rast piştgiriya hezên cîhadîst dide û Kurdan dike hedef. Ev yek nayê qebûlkirin. Em weke hezên ked û demokrasiyê li vir îlan dikin; Em ji bo azadî û wekheviyê piştgiriya têkoşîna gelên Sûriyeyê dikin.”